Şewba Kovîd-19 li Girtîgeha Sîlîvrî belav bû 2020-05-08 11:43:42 STENBOL - Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 7 a Sîlîvrî 44 girtî û hikumxar bi vîrûsa koronayê ketin. Ji girtiyên testa wan pozîtîf derektin 2 jê li nexweşxanê û yên din jî li girtîgehê xistin karantînayê.  Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, ragihand ku li Saziya Înfazê ya Girtîgeha Sîlîvrî 44 girtî û hikûmxar bi şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) ketine. Serdozgeriyê di daxuyaniya da de wiha got: “Piştî testa 2 girtiyan pozîtîf derket, testa 42 girtiyên din jî hatin kirin. Di testa van girtiyan de jî vîrûs hat tespîtkirin. Ji girtiyên testa wan pozîtîf derketin 2 jê li nexweşxanê û yên din jî li girtîgehê xistin bin karantînayê.”