Polîsan mudaxileyî girseya merasîma cenazeyê Gokçek kirin 2020-05-08 12:04:37 STENBOL – Polîsan mudaxileyî girseya ji bo cenazeyê Îbrahîm Gokçek ê endamê Grûp Yorûm li Taxa Gaziyê kom bûn kir. Gelek kes hatin binçavkirin. Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê di rojiya mirinê de duh jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Gokçek rakirin Cemxaneya Taxa Gazî ya Stenbolê. Cenaze dê îro bi merasîmek ji bo veşartinê bişînin Kayseriyê. Li ber Cemxaneyê girse kom bû. Polîsan derdorê dorpêç kir û merasîmê oxirkirina cenaze asteng kir. Polîsan destûr neda ji bilî malbata Gokçek û kesên duh bi şev li Cemxaneyê nobet digirtin derbasî Cemxaneyê bibe.   BI BOMBEYÊN GAZÊ MUDAXILE KIRIN   Girse li kuçe û kolanên taxê kom bûn û xwestin biçin Cemxaneyê, lê polîsan bi bombeyên gazê mudaxileyî welatiyan kir û nehişt biçin Cemxaneyê. Welatiyên cih bi cih kom bûbûn dirûşm berz kirin û mudaxeleya polîsan şermezar kirin. Di mudaxeleyê de çar kes hatin binçavkirin.   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û hunermend Pinar Aydinlar jî di nav de şandeyek bi polîsan re hevdîtin kir û xwestin girseyê berdin ber Cemxaneyê. Lê polîsan şewba koronayê kir hêncet û destûr nedan. Hevdîtin bêencam ma û welatî jî li kuçe û kolanên derdora Cemxaneyê bendemayîna xwe didomînin.