Polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê mudaxile kirin 2020-05-08 12:57:54 STENBOL - Polîsan bi guleyên plastîk û bombeyên gazê, mudaxileyî girseya xwest li Mala Cemê ya Gezî ji bo endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek merasîmê pêk bîne, kirin.    Berî oxirkirina endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê duh di roja 323’yemîn a rojiya mirinê de li nexweşxanê jiyana xwe ji dest, hat xwestin ku li Taxa Gazî merasîm bê lidarxistin, lê polîsan mudaxileyî girseyê kir. Duh cenazeye Gokçek ji morga nexweşxanê hatibû girtin û anîbûn Mala Cemê ya Gaziyê. Polîsan di saetên serê sibê de her du ketin û derketinên Mala Cemê dorpêç kirin.    Polîsan destûr nedan ku kes bikeve mala cemê û beşdarî merasîmê bibin. Polîsên ku mudaxileyî kesên di kolana Mala Cemê kombibûn kirin, endamên Grûp Yorûm Eren Erdem û Dîlan Poyraz jî di nav de hin kes binçvkirin. Ji bo Gokçek di Mala Cemê hat xwestin ku merasîm bê çêkirin. Lê polîsan bi guleyên plastîkê û bombeyên gazê mudaxileyê girseyê kirin. Ji ber mudaxileya polîsan deriyê Mala Cemê hat girtin. Polîs ji bo ku bikevin hundir xwestin derî bişkînin.