Malbat û parêzer ji bo biçin Îmraliyê cardin serlêdan kirin 2020-05-08 14:23:20 STENBOL - Malbat û Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza biçin Îmraliyê Ocalan û girtiyên din ziyaret bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji  Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dinç, bi boneya di navbera 11-15'ê Gulanê de biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Raziye Turgut, Îbrahim Bîlmez û Serbay Koklu jî, bi boneya di navbera 11-15'ê Gulanê de biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    MALBATÊN DIN JÎ SERLÊDAN KIRIN   Birayê girtî Omer Hayri Konar Alî Konar, birayê girtî Hamili Yildirim Polat Yildirim û xwişka girtî Veysi Aktaş Melihe Çetin jî bi daxwaza biçin Îmraliyê û xizmên xwe yên girtî bibînin, bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê dan. Malbatan dîsa xwestin mafê girtiyan ê hevdîtina telefonê bê dayîn.     Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş, di 15'ê Adara 2015'an heta niha, tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê tebaxa 2019 û 2'ê Adara 2020'an bi malbaten xwe re hevdîtin kirin. Hamîlî Yildirim jî ji roja birine Îmraliyê 15'ê tîrmeha 2015'an heta niha tenê di 5'ê Hezîran û 12'ê Tebaxa 2019'an de bi malbatê re hevdîtin kiriye.