Polîsan mudaxile kir û cenazeyê Gokçek revandin 2020-05-08 14:42:38 STENBOL -  Merasîma cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ku dihat xwestin li taxa Gaziyê bê kirin, bû hedefa êrişa polîsan a bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê. Polîs ketin Cemxaneyê û cenaze revandin. Endamê Grûp Rorûm Îbrahîm Gokçek di roja 323'emîn a rojiya mirinê de, li nexweşxaneyê di 7'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû.Cenazeyê wî ji morga nexweşxaneyê hate wergirtin û birin Cemxaneya Gazî. Polîsan beriya ku cenazeyê Gokçek bişînin warê wî Kayseriyê dor li taxa Gazî girtin. Li pêşiya Cemxaneyê TOMA hate bicihkirin û rêyên li derdorê jî ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Danê sibehê ji bilî komeke biçûk û hin endamên çapemeniyê destûr ji kesî re nehate dayin ku bikevin cemxaneyê. Piştî ku cenaze hate radestkirin komê xwest bimeşe, lê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.   Polîsan êriş birin ser komên li kolanên derdorê û endamên Grûp Yorûm Eren Erdem û Dîlan Poyraz jî di nav de gelek kes destgîr kirin. Kesên ku doh bi şev li Cemxaneyê bûn û malbata Gokçek xwestin li nava cemxaneyê merasîmê pêk bînin, lê destûr nedan wan. Polîsan bi fîşekên plastîk û bombeyên gazê êriş kirin.   Kesên ku bû hedefa êrişê xwe li cemxaneyê girtin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Erdogan Alayûmat û Îdrîs Sayilgan, edîtorê ETHA'yê Serdal Işik û ji rojnameya Ozgur Gelecek Metîn Ozken jî di nava wan mirovan de ku li cemxaneyê asê man.   Polîsên ku êrişên xwe dewam kirin hewl dan deriyan bişikînin. Polîs bi bombeyên gazê ketin hundir û cenazeyê Gokçek birin. Nayê zanîn ku cenaze bi ku ve birine. Girseya gel a li Cemxaneyê karîbû derkeve derve. Hate ragihandin ku li hundir kes nehatine destgîrkirin.