Roja danişîna rojnamegeran diyar bû 2020-05-08 15:51:48   STENBOL - 34'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya îdîanameya der barê 6 rojnamegeran de bi îdîaya "muxalefeta qanûna MÎT" û  "Belgeyên veşarî aşkere kirine"  qebûl kiribû, roja danişînê diyar kir. Danişîna yekemîn wê di 24'ê Hezîranê de bê dîtin.    Der barê 6 rojnamevanên ku ji ber nûçeyên xwe yên der barê eskerên li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dan de hatin girtin îdianame hat amadekirin. Dozger bi hinceta "Muxalefeta li dijî Qanûna MÎT'ê" û "Belgeyên veşarî aşkere kirine" îdîaname amade kir û pêşkêşî 34'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê kir. Heyeta dadgehê îdîaname qebûl kir. Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Yenî Yaşamê ferhat Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan ê Yenî Yaşamê Aydin Keser, Midûrê Nûçeyan ê Odatv'yê Bariş Terkoglû, Gerînendeyê Weşana Giştî ya Odatv'yê Bariş Pehlîvanoglû, nûçegihana Odatv'yê Hulya Kilin û nivîskarê Rojnameya enîçagê Mûrat Agriel di 9'ê Adarê de hatibûn girtin.      Dadgehê biryar da ku girtina 6 rojnamegeran dewam bike û roja danişînê diyar kir. Danişîna yekemîn a rojnamegeran wê di 24'ê Hezîranê de bê dîtin.