HDP’ê nivîsên nijadparest bir rojeva Meclîsê 2020-05-08 16:03:34   AMED – Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogûllari nivîsên nijadperest ên li dîwarên Parka Ekîn Ceren hatin nivîsandin bir rojeva Meclîsê.   Li ser dîwar û terenceya Parka Ekîn Ceren a li navçeya Peyasa Amedê nivîsên nijadperest hatibûn nivîsîn. Nivîsên wek “Îtaet bike”, “Bijî nijada tirk” û “Ya hez bike ya jî biterkîne” û gelek nivîsên din ên nijadperest û zayendperest hatibûn nivîsandin.   Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari van nivîsên nijadperest ên li parke hatine nivîsandine bir rojeva Meclîsê û ji Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay xwest derbarê kesên van kesên nivîsên nijadperest nivîsandine lêpirsîn bide destpêkirin.