Li Licê esker ji nişkeve pêşiya welatiyan digirin 2020-05-08 16:29:33   AMED – Li ser rêya gundên navçeya Licê eskerên xwe veşartine ji nişkeve rêya welatiyan dibirin û kontrola nasnameya wan dikin.   Li serê rêyên gundên Dêrxûst, Cinezûr û Sîsê yên navçeya Licê ya Amedê eskerên xwe li deviyan veşartine, ji nişkeve derdikevin pêşiya wesayîtên welatiyan û rêya wan dibirin û nasnameyên wan û wesayîtên wan kontrol dikin. Welatiyan diyar kir ku duh bi şev dema diçûn malên xwe eskeran pêşiya wan biriye û eskeran wan peya kiriye, wesayîtên wan lêgerîn kirine û nasnameyên wan kontrol kirine û demek dirêj wan sekinandine.