Xizmên girtiyan: Di Roja Dayikan de em zarokên xwe dixwazin 2020-05-08 16:37:01 WAN – Aktîvîstên TJA û xizmên girtiyan bi boneya Roja Dayikan daxuyanî dan û wiha bang li Wezareta Dadê kirin: “Em çi mal û milk naxwazin. Em di roja dayikan de tenê zarokên xwe dixwazin.”  Li Wanê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Alîkarî Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER), bi boneya Roja Dayikan daxuyanî dan. Daxuyanî li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan Işik jî beşdarî daxuyaniyê bû. Di Daxuyaniyê de pankarta “Ji Girtiyên siyasî re azadî” hat vekirin.    Ji xizmên girtiyan Behîce Abî li ser navê jinan daxuyanî da û fikarên xwe yên derbarê şewba vîrûsa koronayê de anî ziman.    Abî, diyar kir ku ev 2 mehin  nikarin biçin hevdîtina xizmên xwe û wiha bang li Wezareta Dadê kir: “Em çi mal û milk naxwazin. Em di roja dayikan de tenê zarokên xwe dixwazin.”   Piştî daxuyaniyê jin bi awayekê kom bi kom ji hev cudabûn û çûn malen dayikên 65 salî yên ji ber vîrûsê nikarin ji malen xwe derkevin. Jinan dayik ziyaret kirin û laçîkên spî xelatî wan kirin.