Cenazeyê Gokçek li Tûzlayê radestî malbatê kirin 2020-05-08 17:36:59     STENBOL – Polîsan li Cemxaneya Gaziyê merasîma cenazeyê Koma Yorûmê Îbrahîm Gokçek asteng kiribûn û cenaze revandibûn. Paşê li Tûzlayê cenaze radestî malbatê kirin û malbat jî ji bo cenaze defin bike ber bi Kayseriyê ve ket rê.    Polîsên ku li Cemxaneya Gaziyê merasîma ji bo cenazeyê endamê Koma Yorûmê Îbrahîm Gokçek asteng kiribûn, bi fîşekên plastîk û gaza îsotan êrîşî girseyê kiribûn. Li ser vê komek ketibû hundirê cemxaneyê û derî li ser xwe girtin û dirûşmeya "Îbrahîm Gokçek nemir e" berz kiribûn û stranên Koma Yorûmê gotibûn. Lê belê polîsan derî şikandibû û ketibûn hundir û xwestibûn cenazeyê Gokçek wergirin. Endamên Burya Hiqûqê ya Gel jî li ber vê rabûbûn û li ser vê polîsan gelek eks binçav kiribûn.    Polîsên deriyê morgê şikandibûn û ketibûn hundir, cenazeyê Gokçek bi wesayîteke cenaze ya Şaredariya Bajarê Mezina  Stenbolê ji cemxaneyê revandibûn.    Polîsan li Tesîsên Weqfa Mehmetçîkê ya Tûzlayê cenazeyê Gokçek radestî malbatê, endamên Koma Yûrûmê û 10 parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel kirin. Piştî vê malbatê û endamên Grûp Yorûmê û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel ji bo cenaze bibin kayseriyê ketin rê.