Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 689 2020-05-08 19:53:40   NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daneyên ku Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca parve kirine, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 48 kesên din jî ji ber şewba vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dane û bi van daneyan hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 689.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.    Li gorî daneyên ku Koca parvekirine di 24 saetên dawî de 48 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 848 kesên din jî bi şewbê ketine. Tevî van daneyan hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 3 hezar û 689 û hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine jî bû 135 hezar û 569.