ROJEVA 9'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-09 09:00:19   * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 21 salên li Girtîgeha Îmraliyê yekem car bi rêya telefonê bi malbatê re axivî. Ocalan ji hemû hêzên Kurdan xwest yekîtiya xwe xurt bikin. Rojnameger Huseyin Kalkan û Nivîskar Ahmet Pelda, bal kişand ser peyama Ocalan û gotin: "Yekîtiya gelê Kurd dê ji bo hefû gelê Rojhilata Navîn serkeftinê bîne. Kurd bibin yek dê hemû gelê  Rojhilata Navîn bi ser bikevin."    * Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Parêzer Buşra Demîr, anî ziman ku hevdîtin bi rêveberiya Girtîgeha Şirnexê re çêkirine û got, rêveberiyê ji wan re gotiye li girtîgehê kes bi şewba Covîd-19'yê neketiye, lê belê ji ber ku nikaribûne hevdîtinê bi girtiyan re çêbikin tevdîr li cihê cih raçav nekirine.    * Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Umît Dede, anî ziman ku ji ber girtiyên siyasî li dervê Zagona Înfazê hatin hiştin, bi rîskek mezin a vîrûsê re rû bi rû hatin hiştin û wiha got: “Dewletê pir aşkere bû sedem ku vîrûs têkeve girtîgehan û girtî bi şewba vîrûsê bikevin.  Li Girtigeha Patnosê girtî ava vexwarinê bi pereyan dikirn.Sabûna destan û deterjanê kêm didin wan."    * Hevalên Şerzan Kurt dê di dehemîn salvegera kuştina wî ya 11'yê Gulanê saet di 21.00'ê de li ser Twitterê bi hashtaga #OnuncuyılındaŞerzanKurt çalekiyê lidar bixin. Hevalên Kurt banga piştgiriyê kirin.   * Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar têkildarî amadekariya AKP’ê ya guhertina qanûna parêzeriyê û pergala hilbijartina baroyê ku dilke got: “Em deng dernexin sibê wê pirr bibe dereng. Wê rêxistinên pîşeyî yên li dijî îşkence, tundî û îstîsmarê têdikoşin wê êdî tune bin.”   * Qeyûmê Şaredariya Dêrikê, 200 TL bûrsa ku di dema rêveberiya HDP'ê de ji bo xwendekarên rewşa wan a aborî nebaş dihat dayîn, bi îdiaya "zirar e" bi faîz ji xwendekaran xwest.    * Bi serokatiya Waliyê Amedê civîna serokên AKP'î hatibû kirin. Parlementerê HDP'î Hişyar Ozsoy bertek nîşanî vê yekê da û got, di warê "beşdariya demokratîk" û "vîna civakiyî" de kesê ku herî dawî axaftin lê dikeve walî ye ku wekî qeyûm tayinî vîna gel hatiye kirin.    * Li Edene û Mêrsînê, parêzeran bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan dan ku gotibû divê awayê hilbijartina baroyan û rêxistinên pîşeyî ji nû ve bê sererastkirin. Parêzeran got, bi vî awayî tê xwestin sazî bên bêerkkirin.    * Dayikên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dayî û di girtîgehan de ne, diyar kirin ku ma rojên wan ên xweş û şa hene ku roja dayika bi bikêf pîroz bikin.   * Kosiyên Firatê ku di Çemê Dîcle û Firatê de dijîn, piştî çend salan li Heskîfê jî hatin dîtin.    * Esnafên bazara li Taxa Seyîd Fehîm Arvasî ya navçeya Rêya Armûşê, anî ziman ku alvêr ji sedî 80 kêm bûye û welatiyên ji bo alvêrê tên bazarê jî ji ber fiyet biha bûne xweşikî nikarin pêdiviyên xwe bikirin.    * Îktisatvan Îzzettîn Onder, diyar kir ku di serdema îqtîdara AKP'ê de gel her ku diçe xizan dibe û ferqa navbera xizan û dewlemendan her ku diçe zêde dibe.    * Dayiken Şemiyê dê di hefteya  789'an de ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin dê li ser hesabê medya civakî çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)   * Xizmên windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, dê çalakiya "Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" di hefteya 587'an de çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)   * Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê çalakiya xwe ya li Enqereyê di hefteya 296'an de û Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê jî dê di hefteya 424'an de ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. (13.30)