‘Yekîtiya Kurdan dê hemû gelê Rojhilata Navîn bi ser bixe' 2020-05-09 09:00:59   STENBOL – Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 21 salên li Girtîgeha Îmraliyê yekem car bi rêya telefonê bi malbatê re axivî. Ocalan ji hemû hêzên Kurdan xwest yekîtiya xwe xurt bikin. Rojnameger Huseyin Kalkan û Nivîskar Ahmet Pelda, bal kişand ser peyama Ocalan û gotin: "Yekîtiya gelê Kurd dê ji bo hefû gelê Rojhilata Navîn serkeftinê bîne. Kurd bibin yek dê hemû gelê  Rojhilata Navîn bi ser bikevin."    Di pêvajoya şewba vîrûsa corona ku hemû cîhan li dijî şewbê şer dikin de, êrîşên hikûmeta AKP-MHP'ê ya li dijî Kurdan û axa Kurdan berdewam dike. Heta niha gelek gor û gorîstanên zarokên Kurdan rastî êrîşan hatin. TSK'ê di 15'ê Nîsanê de bi SÎHA herêma Zînî Wertê û Mexmûr bombe kir. Li Mexmûrê 3 jinên Kurd û li Zînî Wertê 3 endamên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan. PDK'ê bi hinceta vîrûsê hêza xwe li wir bi cih kir. Nihaq û aloziya li herêmê berdewam dike. Berpirsê Gişti yê Fermandariya Pêşmergeyên Helgurt ên KDP’ê Berhem Arif Yasin, daxuyanî da çapemeniyê û got: “Em 450 pêşmerge hatin vir. Em li dijî PKK'ê li vir in. Em nafikirin ku xwe paşve vekişînin." û armanca xwe anî ziman. Ev bû sedem ku niqaşên PDK li gorî daxwazên Tirkiye dikere pêş bikeve. Di vê pêvajoyê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ye, piştî 21 salan yekem car bi rêya telefonê bi malbatê re axivî. Ocalan bi rêya Mehmet Ocalan  ji hêzên gelê Kurd xwest ku yekîtiya xwe xurt bikin. Ocalan, Protokola 1982’yan a bi Herêma Federe ya Kurdistanê îmzekiribûn bi bîr xist û peyama “Pêdiviya kurdan a ev der ji tere, ew der ji tere, tuneye. Pêdiviya kurdan bi aştî û yekitiyê heye” da. Ocalan got: "Ev polîtikayên Kurdan bi kurdan bidin şerkirin û kuştin e. Tu qezenca Kurdan di vê yekê de tune ye. Tu fêdeya van polîtîkayan ji bo gelê Tirkiyeyê jî tune ye. Divê ne PDK û ne jî YNK û ne jî tu partî u tevgerên kurdan nekevin nava hesabê ‘Vay emê şer bikin û dê li hemberî vê yekê dewletê bidin me' Ev nabe û nayê qebûlkirin. Divê yekîtiya neteweyî esas bigirin. 40 salin diviyabû yeketiya kurdan hebûye. Ev peyama min ji bo malbata Barzanî, mablata Talabanî, Qandîl, şexsiyet û hemû kesên li Başûr dijîn e. Pêdiviya kurdan bi şer û rijandina xwînê tuneye. Pêdiviya kurdan yekitiyê heye.    Rojnameger Huseyin Kalkan û Nivîskar Ahmet Pelda, bal kişandin ser peyama Ocalan û gotin: "Yekîtiya gelê Kurd dê ji bo hefû gelê Rojhilata Navîn serkeftinê bîne. Kurd bibin yek dê hemû gelê  Rojhilata Navîn bi ser bikevin."    ‘BANGA YEKÎTIYÊ NE TENÊ JI BO KURDAN E'    Nivîskar Ahmet Pelda, ku demekê li herêma Federe ya Kurdistanê lêkolîn kir, bal kişand ser peyama Ocalan û wiha got: "Mirov tenê vê bangê ji bo yekîtiya di navbera PKK, PDK û YNK'ê de bigire dest şaş e. Ev banga yekîtiyê ji bo hemû tevgerên Kurd û tevahiya gelê Kurd e. Hin kes bana Ocalan a yekîtiyê wekî 'Netew-Dewletê' şirove dike. Lê ne wisa ye. Ocalan bang dike ku gelê herêmê bi hevre di nava hevde bijîn. Mînak demekê ji bo yekîtiya gelê Kurd gavên baş hatin avêtin. Eger ew kongre pêk hatibûya Kurdan dikarîbû diplomasiya hevpar pêş xistibûya. Dikarîbû hin temînat bidana Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê. Eger Kongre pêk hatibûya qeyrana li Kerkukê jî pêk nedihat. Dê rê li pêş DAIŞ'ê jî hatibûya girtin. Dê Rojhilata Navîn bi leztir demokratîk bûbûya. Dê şewirmendiya di nava Kurdan de jî bêtir bi hêz û xurt bûbûya. Niqaş îro nedihatin vê astê."    ‘MODELA NETEWETA HERÊMÎ PÊŞ NAXE   Pelda, destnîşan kir ku siyaseta giştî ya Herêma Federe ya Kurdistanê ji ber ku "Serxwebûna" diparêze,  ye û wiha got: “Ev feraset hêz û enerjiya perçeyên din xelas dike. Ji ber vê yekê nikarin vir jî biparêzin. Heri dawî ji ber vê ferasetê ji Kerkuk bigire heta gelek herêmên din winda kirin. Ger ku wekî Ocalan modeya tevahî û civaka demokratik girtibûna dest, wê demê Kurdên li Bajûr dê hem li herêma xwe û hem jî li Mûsûlê bibûna model. Dê hem li Kerkûkê û hem jî li Bexdeyê bûbûna hêz. Nêzîkatiya neteweya herêmî wan bi ser naxe."    Pelda, li ser lêgerîna navendiya herêmî (Xweserî) ya YNK û Goran jî raestiya û got: "Hêzên herêmê jî di nava xwe de yekîtiyek ava nekirine. Banga Ocalan a ji bo yekîtiyê hem ji bo Yekîtiya Herêmê ye, hem jî ji bo yekîtiya çar perçeyan e.    ‘KURD BIBIN YEK DÊ ROJHILATA NAVÎN JÎ BI SER BIKEVIN'   Peyda, xwest ku Mesut Barzani, Cemîl Bayik, rêveberên HDP'ê, Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di yek wêneyî de bibîne û got: "Eger hemû di yek wêneyî de cih bigirin wê demê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye jî neçar in vî wêneyî bibînin. Ev zerarê nade tu kesî. Wê demê kes nikare Kurdan bi Kurdan bide şikandin. Yekîtiya Kurdan dê hemû gelê Herêmê bi ser bixe. Dê rêya demokratik û muzakerayan veke. Ji ber vê yekê yekîtiya Kurdan dê serkeftina Rojhilata Navîn pêş bixe."      KALKAN: OCALAN BI VÊ PEYAMÊ HEMÛ HERÊMÊ Û CÎHANÊ ANALÎZ DIKE   Rojnameger Huseyin Kalkan jî bal kişand ser peyama Ocalan û wiha got: "Ev peyam di heman demê de xwendina herêmê û cîhanê ye. Li gel derfetên pir pir bi sînor hem rastiya herêmê û hem jî rastiya cîhanê dibîne û analîz dike. Li gorî vê rastiyê siyasetê pêş dixe. Ocalan tenê ji bo partiyekê an jî herêmekê pêşniyaran nake. Ji bo hemû kurdan û hemû beşan pêşniyaran dike. Di vê pêvajoya ku vîrusa corona li hemû cîhanê belav bûye de hêzên serdest û kurevî dixwazin şerekî mezintir pêş bixin. Dixwazin pevçûnê zêde bikin. Eger Kurd rastiya herêmê û cîhanê rast nexwînin û siyasetê pêş nexin, wê demê dê nikaribin yekîtiyê pêş bixin. Ger ku ji bo yekîtiyê gavan neavêjin, dê di bin piyên hêzên kurevî û serdest de bitepisin. Ocalan vê rastiyê dibîne û siyasetê pêş dixe. Dibêje ji bo yekîtiya neteweyî zû gavan bavêjin ku di bin piyên hêzên kurevî û serdest de ne pelçiqin. "    ‘POLÎTÎKAYÊN BIRAKUJIYÊ'    Kalkan, da zanîn ku di vê pêvajoya hêzên herêmî û hêzên gerdûnî şerê hev dikin de, di heman demê de dixwazin Kurdan perçe bikin û bînin hemberî hev. Kalkan, da zanîn ku ev polîtîkayên kurdan tînin hemberî hev “Birakujî” ye û wiha bi dawî kir: "Ev polîtîka her dem li ser Kurdan tê meşandin. Tirkiye niha di nava qeyranek kûr a aborî de dijî. Qeyrana aborî her ku diçe kûr dibe. Ji ber vê yekê hin koman û hin hêzên siyasî bi xwe ve girê dide û li hemberî yên din dide şerkirin. Rageşiya li herêma Federe ya Kurdastanê jî girêdayî vê yekê ye. Di vê pêvajoyê de Ocalan, dîsa banga Yekîtiyê li Kurdan dike. Bale dikişîne ser peymana 1982'an a di navbera PKK û KDP'ê de pêk hatiye. Ev girîng e. Ya girinig li ser Yekîtiya Neteweyî li hev bikin."    MA / Îdrîs Sayilgan