Girtî ava vexwarinê bi pereyan dikirin 2020-05-09 09:01:32   WAN – Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Umît Dede, anî ziman ku ji ber girtiyên siyasî li dervê Zagona Înfazê hatin hiştin, bi rîskek mezin a vîrûsê re rû bi rû hatin hiştin û wiha got: “Dewletê pir aşkere bû sedem ku vîrûs têkeve girtîgehan û girtî bi şewba vîrûsê bikevin.  Li Girtigeha Patnosê girtî ava vexwarinê bi pereyan dikirn.Sabûna destan û deterjanê kêm didin wan."    Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Berpirsiyarê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Prz. Umît Dede, têkildarî rewşa Girtîgeha Tîpa L Patnosê û bi hezaran girtiyên siyasî yên bi talûkeya vîrûsa (Covid-19) re rû bi rû ne, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir.    Dede, anî ziman parêzer û rêxistinên hiqûqê ji ber şewba vîrûsê nikarin biçin girtîgehan lêkolîn bikin û yên diçin jî rastî gelek zor û zahmetiyan tên. Dede, anî ziman ku di vê pêvajoyê de bi rêya malbatan der barê rewşa girtî û girtîgehan de dibin xwedî agahî û wiha got: "Di vê pêvajoya şewbê de gilî zêde bûn. Rêveberên girtîgehan naxwazin ku rastiya girtîgehan bê aşkerekirin. Jiyan li girtîgehan piştî şewba vîrûsa corona pir zor û zahmet bûye. Piştî serlêdanên zêde û giliyan, em çûn Girtîgeha Patnosê. Rêveberiya girtîgehê ewil destûr neda ku ez û Parlamenter û parêzer Berdan Ozturk têkevin girtîgehê. Ziyareta parlamenter ya girtîgehê asteng kirin. Piştî muzakereya me ya 3 saetan, herî dawî xwestin wekî parêzer em girtiyan ziyaret bikin. Ev nîşan dide ku girtîgeh naxwaze derve der barê girtîgehan de bibe xwedî agahî. Rêveberiya girtîgehê naxwaze agahiyên girtîgehê li derve belav bibe. "    GIRTÎ AVA VEXWXARINÊ BI PEREYAN DIGIRIN   Dede anî ziman ku Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ji roja hatiye vekirin heta niha bi pirsgirêk e û wiha lê zêde kir: "Piştî vîrus pêş ket, bi tedbîrên rewşa girtiyan bêtir giran kirin. Girtî êdî ava vexwarinê bi pereyan dikirin. Girtî nikarin paqijiiya qawîşan û şexsî bikin. Têra girtiyan deterjan, sabûna destan, ava cilşuştinê têr nadin wan. Eşyayên kantinê pir buha difiroşin girtiyan. Di pêvajoya vîrusê de girtî bi tecrîdek giran re rû bi rû ne. Rojnameyan nadin girtiyan. Nameyan nadin girtiyan. Nameyên ji derve diçin nadin girtiyan. Pirtukên nû naxin girtîgehe."    Dede, anî ziman ku Wezareta Dadê diyar kiriye ku li girtîgehan 120 girtî ji ber şewba vîrûsa corona tên dermankirin û wiha bi dawî kir: "Ev rastiyê nîşan nadin. Hem rewşa giştî û hem jî rewşa girtîgehan a têkildarî şewbê rast aşkere nakin. Dane ji aliyê dewletê ve tên veşartin. Dewlet rastiyên giştî vedişêrin. Li Girtîgehan jî heman tişt heye. Wekilê me Omer Faruk Gergerlîoglu diyar kiribû ku li Sîncanê vîrûs gihiştiye girtiyekî. Lê rayedaran ev derewand. Lê piştre me dît ev kesê ku piştre hat berdan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Piştre li Girtîgeha Bafra girtî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da. Hêjmara 120 kesan a Wezareta Dadê aşkere kir rastiyê nîşan nade. Ku em vê yekê wekî rast qebûl bikin jî hêjmarek pir zêde ye. Sedema ku vîrûs gihiştiye girtîgehê rayedar û personel in. Pir aşkere û zelal dewletê vîrûs xist girtîgehan. Ji ber vê yekê girtî bi rîskek gelek mezin re rû bi rû ne. Girtiyên temenê wan 65 û nexweş ji ber tirsa qerantîna ya 14 rojan nikarin biçin nexweşxaneyan. Divê bi lez hemû girtî serbest bên berdan."