Li gor rêveberiya girtîgehê her tişt bi rêk û pêk e! 2020-05-09 09:01:58   ŞIRNEX - Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Parêzer Buşra Demîr, anî ziman ku hevdîtin bi rêveberiya Girtîgeha Şirnexê re çêkirine û got, rêveberiyê ji wan re gotiye li girtîgehê kes bi şewba Covîd-19'yê neketiye, lê belê ji ber ku nikaribûne hevdîtinê bi girtiyan re çêbikin tevdîr li cihê cih raçav nekirine.    Çend roj berê heyeteke ku ji Partiya Demokratîk a Gelan, Odeya Bijîşkan a Şirnexê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) pêk dihat ji ber şewba coronayê (Covîd-19) çûbûn Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê û hevdîtin bi rêveberiya girtîgehê re çêkiribûn. endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD Parêzer Buşra Demîr, hûrguliyên hevdîtinê bi raya giştî re parve kir.    REWŞA GIRTÎGEHÊ    Demîr, anî ziman ku tevdîrên li dijî şewbê di berpirsiyariya dewletê de ye û got, li girtîgehan divê amûrên paqijiyê bêheq bidin girtiyan. Demîr, iyar kir ku rêveberiya girtîgehê gotiye her roj banyo û serşo tên dezenfektekirin û got: "Gotin, ji roja ku şewb li Tirkiyeyê belav bûye ew bi awayekî rêk û pêk paqijiyê dikin, dezenfekteyê dikin û tevdîran digirin. Gotin, bi awayekî rêk û pêk test hatine kirin û heya niha kes bi şewbê neketiye."    Demîr, destnîşan kir ku lê belê ji ber qedexeya hevdîtinê hê jî didome nikaribûne hevdîtinê bi girtiyan re çêbikin û li cihê cih tevdîran raçav bikin.    GIRTIYÊN NEXWEŞ    Demîr, bibîr xist ku li girtîgehan di ser hezarî re girtiyên nexweş hene û got, ji van girtiyan 18 jê di Girtîgeha Şirnexê de ne. Demîr, bilêv kir ku di hevdîtinê li ser rewşa girtiyên nexweş jî sekinîne û got: "Di 3'yê Gulanê de malbata Nesîmî Kalkanê ku 27 sal in girtiye û Hepatît B pê re heye û bi nexweşîna çolyakê ketiye serî li komeleya me da. Ên bi nexweşîna çilyakê ketine heya sax bin divê diyeta bêglûten bikin. Lê belê xwarina diyetî nadin Kalkan û di çend salên dawî de ulser tê de hatiye teşxîskirin. Çend roj şûnde em ê ji malbatê hîn bibin ku ka pirgirêk hatiey çareserkirin an na. Her wiha em li ser rewşa girtiyên nexweş Şadiye Yanik, Saadet Îdîn û Yahya Altûn jî sekinîn."    ‘MESELEYA AVÊ QEBÛL KIR'    Demîr, anî ziman ku di hevdîtinê de bal kişandine ser bihabûna berên ku li kantîna girtîgehê tên firotin jî û got: "Rêveberiyê got, fiyetên berên li kantînê de di înîsyatîfa wan de ye, li girtîgehan hemûyan fiyeteke standard heye. Rêveberiyê meseleya ava germ qebûl kir. Lê belê got, di warê ava germ de kêfî tev nagerin, ji ber cihê ku girtîgeh lê ye û şert û mercên Şirnexê ev mesele çêbûye û ji bo ev mesele bê helkirin tev digerin."    PÊŞNIYARÊN JI BO GIRTIYÊN NEXWEŞ    Herî dawî Demîr anî ziman ku divê girtiyên nexweş bên berdan û ev pêşniyar kirin:    "* Girtiyên nexweşîna wan giran demildest divê bên berdan û divê li cem malbatên xwe bên tedawîkirin û sîgorte ji hêla dewletê ve bê dayîn.    * Ji bo taloqkirina înfazê divê Saziya Tiba Edlî ne merciya dawî û tekane be.    * Di di biryarên taloqkirina înfazê de divê erka texdîrkirinê ya dozgerên komarê bê betalkirin, raporên nexweşxaneyan esas bên girtin û înfaz bên taloqkirin.    * Divê pîvana "ji bo civakê talûke ne" ku li ber taloqkirina înfaza girtiyên nexweş asteng e, ji qanûnê bê derxistin.    * Tirkiye, divê biryara DMME'yê ya der barê Hayatî Kaytan de esas bigire.    * Tirkiye, divê biryara DMME'yê ya der barê Gulay Çetînê de esas bigire û divê ji bîr neke neberdana girtiyên nexweş binpêkirina xala 3'yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.    * Erka efûkirina girtiyên nexweş a di destê serokomar de divê bê guherandin.    * Serokomar, di bikaranîna erka xwe ya ji bo girtiyên nexweşîna wan giran de cihêkariyê neke."