Qeyûm, bûrsa ku ji bo xwendekaran hatibû dayîn bi faîz xwest 2020-05-09 09:02:18   MÊRDÎN – Qeyûmê Şaredariya Dêrikê, 200 TL bûrsa ku di dema rêveberiya HDP'ê de ji bo xwendekarên rewşa wan a aborî nebaş dihat dayîn, bi îdiaya "zirar e" bi faîz ji xwendekaran xwest.    Di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de gava HDP'ê Şaredariya Dêrik a Mêrdînê bi dest xist, 200 TL bûrs da gelek xwendekarên zanîngehê ên rewşa wan a aborî nebaş. Lê belê qeyûmê ku di 16'ê Mijdara 2019'an de hat tayinkirin bi faîz bûrsa ku hatibû dayin ji xwendekaran xwest. Qeyûm, bi îdiaya "zirar e" bûrsa hatiye dayîn ji xwendekaran xwestiye ku li şaredariyê vegerînin û ji bo vê teblîxat ji xwendekaran re şandiye. Di teblîxatê de hatiye gotin heger di nav mehekê de bûrsa ku hatiye dayîn tevî faîza wê li şaredariyê venegerînin wê serî li rêyên qanûnî bidin.    Yek ji xwendekarên ku teblîxat jê re hatiye şandin jî Omer Erol e. Erol, bertek nîşan da û got: "Wijdanê me xwendekaran nerihet e. Me zirar daye cemaweriyê. Bila nedin me ew bixwin! Piştî qeyûm hat tayinkirin bûrsa me jî hat qutkirin." Erol, diyar kir ku heger şaredariya bajarekî ketibe pêyî 200 TL'yê hatiye dayin, ma ê mirov bêje çi û got: "Gava ji me bipirsin qeyûm çi ye, em vê yekê bêjin."    PÊŞÎ HESABÊ MILYONAN BIDIN    Hevşaredarê Dêrikê Mehmet şerîf Kiran ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin jî gotî şaredariyê hin teblîxat ji wan re jî şandine. Kiran, anî ziman ku di teblîxatê de behsa 18 hezar TL zirarê tê kirin û got: "Ev me eleqedar nake. Ji xwe di teblîxatê de tê gotin li hesabê avansên hatiye kişandin hatiye qeydkirin. Lê radibin ji me dixwazin. Em sedema vê yekê dizanin. Ji ber firotina mal û milkê şaredariyê me qeyûm da ber dadgehê. Niha ew jî mîsîleme dikin. Bang dikim; pêşî bila hesabê ew milyonên di dema qeyûm de hatine deynkirin bidin."    Kiran, anî ziman ku gava rêveberî dewr girtine di qasa şaredariyê de 5 qurîş pere jî tunebûye û got, qeyûm şaredarî xistibû binî 15 milyon TL deyn. Kiran, got: "Bi perê şaredariyê kunefe xwaribûn, tawe çêkiribûn. Ev hemû bi belge ne. Ên bi milyonan kunefe û tawe xwarine, niha ketine pêyî 200 TL'yê me daye xwendekaran. Dibêjin zirar e. Ên dixwazin zirarê bibînin bila pêşî li kuenfevan û tawevana mêze bikin. Çav berdana qirika 13 xwendekarên xizan. Bi vî awayî ne dewlet tê birêvebirin ne jî şaredarî."    MA / Ahmet Kanbal