Ozsoy: Di warê 'beşdariya demokratîk' de axaftin herî dawî li walî dikeve 2020-05-09 09:02:46   AMED – Bi serokatiya Waliyê Amedê civîna serokên AKP'î hatibû kirin. Parlementerê HDP'î Hişyar Ozsoy bertek nîşanî vê yekê da û got, di warê "beşdariya demokratîk" û "vîna civakiyî" de kesê ku herî dawî axaftin lê dikeve walî ye ku wekî qeyûm tayinî vîna gel hatiye kirin.    Bi serokatiya Walî Hasan Basrî Guzeloglû ku tayinî şûna Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli hatibû kirin, serokên AKP'ê yên navçe û bajaran, baskên jina û ciwanan û şaredarên AKP'î civînek hatibû çêkirin. Bertekên li dijî vê civînê didomin. Piştî bertekan Walîtiya Amedê daxuyanî dabû bi van gotinan Walî Guzeloglû parastibû: "Li gor feraseta rêveberiya beşdariyî û parîkirinî ye."    Parlementerê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy, anî ziman ku ev cîvana ku bi serokatiya walî hatiye kirin ne tiştekî rasthatinî ye û got, ji sala 2016'an ve walî û qeymeqam wekî serokên partiya îqtidarê tev digerin.    Ozsoy, destnîşan kir ku li cihekî ku serokomar bibe serokê partiyekê, wê walî jî bibêjin "ez ê jî bibim serokê bajêr ê partiyê". Ozsoy, bibîr xist ku beriya hilbijartina referandûmê ya sala 2017'an Waliyê Çewligê bi wesayîta xwe ya fermî çûbû buroya hilbijartinê ya AKP'ê û tev li xebatên hilbijartinê bûbû. Ozsoy, anî ziman ku êdî beşdarbûyîna rêveberên dewletê ya ji bo xebatên partiyên siyasî aşkere tê kirin û got: "Tişta ku Waliyê Amedê kiriye jî ne tiştekîe cêb e. Berê reklama wê nedikirin, lê niha wekî tiştekî baş be reklama wê jî dikin."    'SÛC E'   Ozsoy, bibîr xist ku Waliyê Amedê Guzeloglû Fakulteya Siyasetê kuta kiriye û got: "Ew jî dizane tişta ku kiriye dijî etîka siyasetê, dijî qanûnê ye û sûc e. Lê dîsa jî kiriye. dizane tişta ku kiriye sûc e."   Piştî bertekan Walîtiya Amedê bi daxuyaniyekê Guzeloglû parastibû û gtibû: "Li gor feraseta rêveberiya beşdariyî û parîkirinî ye." Ozsoy, bertek nîşanî vê daxuyaniyê jî da û got, Guzeloglû qeyûm e û tayinî vîna gel hatiye kirin.   Ozsoy, got, di warê "beşdariya demokratîk" û "vîna civakiyî de" kesê ku herî dawî gotin lê dikeve ew kes ê ku wekî qeyûm tayinî vîna gel hatiye kirin bi xwe ye.    ‘SAZIYÊN LI GOR ÎQTIDARÊ HEREKET DIKIN'    Ozsoy, anî ziman ku serokomar û wezîr ji bo sûc waliyan teşwîq dikin û got: "Dev ji lêpirsînê berdin, muhtemelen dê wî pîroz bikin. Tirkiye ne girêdayî rêgezên qanûnê û îdareya cemaweriyê ye, girêdayî îqtidara siyasî ye û êdî saziyên dewletê yên li gor îqtidara siyasî tev digerin hene."