'Ma rojên me yên xweş hene ku em bi kêfî roja dayikan pîroz bikin' 2020-05-09 09:03:01   AMED - Dayikên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dayî û di girtîgehan de ne, diyar kirin ku ma rojên wan ên xweş û şa hene ku roja dayika bi bikêf pîroz bikin.   Her sal duyemîn duşema Gulanê wek Roja Dayikan tê pîrozkirin. Dayikên ku zarokên wan jiyana ji dest dane û di girtîgehan de ne, der barê roja dayikan de anî ziman ku kengî êdî zarokên wan jiyana xwe ji dest nedin û neyên girtin, wê demê dê bibe roja dayikan. Yildz Damla ku keça wê Nûrcan Damla (Stêrk Demhat) a YPJ’yî li bajarê Eyn El Îsa ya di 2015’an de jiyana xwe ji dest da, roja hemû dayikên dilşewat pîroz kir û got: “Roja dayikan ji bo dayikên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane û hatine girtin pir zor e. Ew roj ji bo dayikan zindan e. Ji ber ku zarokên xwe bibîr tînin. Ez di roja dayikan de keça xwe tînim bîra xwe. Serê sibê radibû ez hembêz dikirim, gulek dianî û roja min ya dayika pîroz dikir. Ez wan rojan ji bîr nakim. Dayik ne bêxwedî ne, Kurdistan li pişta wan e. Ev zarokên ku sînga xwe dan ber tanq û topan her dayik deyndarê wan e.”   ‘DAYIK BILA MIL BIDIN HEV’   Damla, bîbir xist ku keça wê roja dayika li hemû dayikan pîroz dikir û got: "Keçeke bihêz bû. Digot, ez vê rojê tenê li dayika xwe pîroz nakim. Serê sibê zû radibû digot, ez ewil biçim destê dayikê maç bikim. Her dayikek di dilê min de weke gulekê û çiyayekê ye. Dema keça min 7 salî bû polîsan li ser mala me de digirt. Rabû giriya destê xwe li erdê xist û got, gereke ez heyfa dayika xwe li erdê nehêlim. Ez her rojên dayikan diçim ser gora keça xwe. Weke ku dayika xwe hembêz bike hîs dikim. Tiştên wan li ber çavê mirov naçe. Bikin nekin ji dilê me dernakeve. Ka em ê çawa roja dayikan pîroz bikin. Dayikên ku zarokên wan di zindanan de, yên şehîd hene. “    Damla, anî ziman ku dema zarokên dayika jiyana xwe ji dest nedin û tu kes neyê girtin, wê demê dê roj bibe roja dayikan û wiha lê zêde kir: “Bila hemû dayik rabin, em mil bidin milê hev du. Em aştiyê dixwazin.”   ‘EZ Ê ROJA DAYIKA BI KÊ RE PÎROZ BIKIM’   Şaide Hayme ku kurê wê Mehmet Hayme di Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê û kurê wê Îbrahîm Hayme di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye û keça wê Hatîce Hayme jî di sala 2016’an de li Nisêbînê jiyana xwe ji dest daye, got: "Gava zarokên mirov li ba mirov bin cuda ye, gava di hefs û zindanan de bin an şehîd ketibin cuda ye. Êşên me giran in, li ber çavê me naçe. Em tim bi derdê zarokên xwe ve mijûl in. Êşa zarokên me li me pir giran û zehmet tê. Du zarokên min di girtîgehê de ne, yek jî şehîd ketiye. Ez ê çawa di roja dayika de keyfa xwe bînim û bi kê re pîroz bikim? Bi telefonê lawê min roja dayika pîroz dikin lê dilê me xweş nabe. Keça min wexta hêj beşdarî gerîla nebûyî gelek caran diyarî ji min re dikirî.”   ‘EM BI ÊŞÊN ZAROKÊN XWE DIÊŞIN’   Hayme, bal kişand êrîşa li goristanan tê kirin jî û got: “Hûn çi ji mezelên me dixwazin? Hûn diçin kêlên wan dişkînin. Ez hatime 60 saliya xwe, min heqaret û bê wijdaniyeke wisa min nedîtiye. Li dijî kurda ew qas kîna wan mezin bûye. Dinyayê de nehatiye dîtin ku cenazeyî bi kargoyê bişînin. Ev sûcekî mezin e. Dibêjin bihişt di bin lingên dayîka de ye, lê van êşan bi dayikan didin kişandin. Ji xwe re dibên misilman, lê çi eleqeya van tiştan bi misilmantiyê heye.”   Hayme, dest nîşan kir ku roja ku xweşî başî çêbû û zarokên wan ji girtîgehê hatin berdan, wê demê dê roja dayikan pîroz bikin û wiha lê zêde kir: “Em rojên keyf nabînin ku roja dayika jî bi keyf pîroz bikin. Em tim bi êşên zarokên xwe diêşin. Di vê nexweşiyê de di nav çar dîwaran de dê çi were serê zarokên me em mereq dikin. Zarokên me çawan in em nizanin. Vêca dê çawa keyfa me hebe. Bila zarokên me ji girtîgehê berdin."   MA / Ayşe Surme - Fahrettin Kiliç