Parêzeran ji bo têkoşîneke hevpar bang kirin 2020-05-09 09:05:11   EDENE / MÊRSÎN - Li Edene û Mêrsînê, parêzeran bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan dan ku gotibû divê awayê hilbijartina baroyan û rêxistinên pîşeyî ji nû ve bê sererastkirin. Parêzeran got, bi vî awayî tê xwestin sazî bên bêerkkirin.    Serokomar Recep Tayyip Erdogan, ji bo baro, odeyên bijîşkan û hin rêxistinên pîşeyî gotibû divê awayê wan ê hilbijartinê ji nû ve bê sererastkirin û berpêşî meclîsê bê kirin. Serokê Baroya Edeneyê Velî Kuçuk got, baro li gor xala 135'an a Qanûna Bingehîn hatine avakirin û rêxistineke pîşeyî ye.    Kuçuk, diyar kir ku li gor xala 76 û 95'an a Qanûna Parêzeriyê baro; ji ber ku baro di wesfê saziyeke cemaweriyê de ne peywira parastina ehlaqê pergala pîşeyî, rêxgirtin, esasgirtina hiqûqê, parastina mafê mirovan lê hatine barkirin û got, ev peywira girîng û cidî tenê li baroyan hatiye barkirin. Kuçuk, diyar kir ku piştî baroyan bertek nîşanî daxuyaniya Serokatiya Karên Diyanetê ya der barê kesên LGBTÎ+ de, guherandina awayê hilbijartina baroyan û rêxistinên pîşeyî kestiye rojevê û got, ev tê wateya binpêkirina demokrasiyê û çavtirsandin."   Kuçuk, destnîşan kir ku wê têkoşîna baroya a ji bo demorasî, bilindkirina hiqûqê û pêşvexistina mafên mirovan bidome.    'ARMANC BÊERKKIRINA BAROYAN E'   Serokê Baroya Edeneyê yê berê Mengucek gazî Çitirik jî got: "Her kes dikare der barê guherandina Qanûna Bingehîn, qedexekirina weşanan, girtinên bêhiqûqî, binpêkirina mafê jiyanê, cinayetên karî, şideta li ser jinê, îstismarkirina zarokan hwd. biaxife, lê belê serokên baroyan ku peywira wan parastina hiqûqê, parastina mafê mirovan e nikarin biaxivin. Ma ew neaxivin, fikrên xw enebêjin û daxuyaniyê nedin wê kî biaxife?"    Ji parêzerên Baroya Mêrsînê Gazî Încî jî destnîşan kir ku ji ber ku rêxistinên pîşeyî yên muxalif li dijî manîpulasyonên îqtidarê gel serwext dikin bûne hedef û got, armanca Erdogan ew e ku baroyên li dijî bêhiqûqîtiyan dertên bêerk bike.    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Parêzer Alî Bozan jî anî ziman ku di serî de parêzer û bijîşk û bi gişî hemû kesên ku bi dengekî bilind pêkanînên îqtidarê rexne dikin, Erdgan hewl dide wan çavtirsandî bike û bitepisîne û got: "Anî ziman ku divê rêxistinên pîşeyî li dijî vê pêkanînan ku dixwaze naveroka rêxistinên pîşeyî vala bike pev re bitêkoşin û bertek nîşan bidin."