'Dest nedin gorên me' 2020-05-09 09:06:44   EDENE / MÊRSÎN – Hevseroka AKAY-DER'ê Şukran Efeturk, diyar kir ku goristan nirxên mirovan in û got, gora bavê wê jî tuneye û ev yek tiştek pir êşbar e. Efeturk, bang li her kesî kir ku li ber êrîşên li ser goran rabin.    Bertekên li dijî êrîşên li ser goran didomin. Dayika Aştiyê Şemsa Bagdû, anî ziman ku sirf ji ber li ser kêlika goran"şehîd" hatiye nivîsandin gor tên texrîbkirin. Bagdû, destnîşan kir ku ev wehşet nayê qebûlkirin û got: "Êrîşî zarokên me dikin, goristanan xera dikin. Hestiyên wan werdigirin û direvînin. Ev wehşet e, nayê qebûlkirin."    MALBAT TÊN CEZAKIRIN    Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Xizmên Windayan re ya Akdenîzê (AKAY-DER) Şukran Efeturk, anî ziman ku gor nirxên mirovan e û got, êrîşên tên kirin ne di dîn, ne di wijdan ne jî di hiqûqê de tu cihê wan tuneye. Efetukr, bibîr xist ku li Edeneyê berê jî der barê 4 malbatan û kesên goran çêdikin de doz hatibû vekirin û got: "Tu bi kîjan aqilî û baweriyê goran xera dikî? Tu bi vê pêkanînê malbatan ceza dikî. Ev dibe sedema texrîbatan di malbatan de. Nefreta malbatan zêde dibe."    Efeturk, diyar kir ku îqtidar dixwaze di ser malbatan re civakê biçewisîne û bitepisîne û got: "Divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Heger pirsgirêka kurd bê çareserkirin wê aştî were vî welatî û wê li vî welatî êrîş çênebin. Dewlet divê dest nede goristanan. Bang li malbatan dikim; divê her kes xwedî li gorên xwe û nirxên xwe xwedî derkevin. Em ê jî heya dawiyê xwedî lê derkevin. Goreke bavê min jî tuneye. Xwezî gorek bavê min hebûna û em biçûna ser me fatîheyek bixwenda. Ev bi salan e di dilê me de wekî tiştekî êşbar maye."    'DIVÊ TU KES VAN ÊRÎŞAN QEBÛL NEKE'    Omer Eteş (83) anî ziman ku 2 kurek wî, 2 neviyên wî û 2 biraziyên wî di şer de jiyana xwe ji dest dane û got, herî dawî neviyê wî Yûsûf Eteş di sala 2015'an de li Kobaniyê di êrîşeke DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû û wî li Goristana Xerzanê defin kiribûn.    Eteş, diyar kir ku piştî êrîşa li ser Goristana Xerzanê hestiyên neviyên wî jî birine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê lê radestî wan nehatine kirin. Eteş, got: "Çima hûn hestiyên neviyên em derdixin? Ev ne insaniyetî ye. Du biraziyên min jiyana xwe ji dest dane, lê cenazeyê wan enxuyaye. Ev êrîş çi ne! Di îslamiyetê de tiştekî wiha tuneye. Divê tu kes van êrîşan qebûl neke. Em civakeke misilman in, em van êrîşan qebûl nakin. Bang li hikûmetê dikim; dest nedin gorên me."