Hevalên wî 10'emîn salvegera kuştinê de Şerzan Kurt bi bîr tînin 2020-05-09 09:07:02 AMED - Hevalên Şerzan Kurt bi boneya dehemîn salvegera kuştina wî di 11'yê Gulanê saet di 21.00'ê de li ser Twitterê bi hashtaga #OnuncuyılındaŞerzanKurt çalekiyê lidar bixin. Hevalên Kurt banga piştgiriyê kirin.     Xwendekarê Zanîngeha Mûglayê Şerzan Kurt di 12'ê Gulana 2010'an de li Mûglayê di êrîşa polîsan de bi guleya ku ji çeka polîs Gultekîn Şahîn derket bi giranî birîndar bûbû. Şerzan Kurt 12 rojan li nexweşxaneyê li ber xwe da lê di 24'ê Gulana 2010'an de jiyana xwe ji dest da. Di derbarê polîsê kujen de doz hate vekirin û di encama darizandinê de cezayê muebet lê hate birîn. Dadgehê ev ceza daxist 8 salan û Gultekîn Şahînê girtî tahliye kir. Dadgeha Bilind ji ber kujer ji peywirê nehatibû girtin biryar xera kir û careke din Şahîn hate darizandin. Di 15'yê Sibata 2015'yan de li kujer Şahîn 16 sal ceza hate birîn û polîsê kujer careke din hate girtin. Li ser îtirazê Yekemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind careke din biryar betal kir û Şahin tehliye bû. Di 11'yê Îlona 2019'yan de    Yekemîn Dadgeha Ceza ya Eskîşehîrê 12 sal ceza da polîsê kujer Gultekin Şahin û ev ceza daxist 7 sal 3u 6 mehan.   Hevalên Şerzan Kurt, di dehemenîn salvegera kuştina hevalên xwe de jî ew ji bîr nekirin. Ji ber vîrusa korona dê li ser medyaya civakî Şerzan Kurt bê bibîranîn. Hevalên Kurt wiha destnîşan kirin: "Hevalê me Şerzan Kurt di sala 2010'an de hat qetilkirin. Îsal salvegera qetilkirina wî ya 10'em e. Em hevalên wî dixwazin li ser Twitterê wî bi bîr bînin û bikin rojevê. Êvara 11'ê gulanê, bi saeta Kurdistanê û Tirkî saet di 21.00'ê de bi hashtaga #OnuncuyılındaŞerzanKurt em ê çalakiya xwe li dar bixin."   Hevalên Şerzan Kurt, ji nivîskar, rojnameger, hunermend, dost û hevalan banga beşdariya çalakiyê kirin.