Komeleya 78'an: Divê kiryar hesab bidin gel 2020-05-09 09:57:37   AMED - Komeleya 78'an a Amedê, sersaxî ji malbatên Mustafa Koçak, Hêlîn Bolek û Îbrahîm Gokçek re xwest û xwest kiryar hesabê vê yekê bidin gel.    Komeleya 78'an a Amedê bi daxuyaniyekê ji bo malbatên Mustafa Koçak ê ji bo edaletê ket rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest da, Endamên Grup Yorum Hêlîn Bolek û Îbrahîm Gokçek ên ji bo azad bistrên û konseran bidin ketin rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest. Komeleyê, di daxuyaniyê de ani ziman ku li welatên ku ji demokrasî û maf û azadiyan bêpar in, gellek şêwe û cûcreyên Faşîzmê tên sepandin û wiha got: "Ev cûreyên Faşîzmê wekî Faşîzma Neteweperestî, Nîjadperestî, Kedwxarî û Olî li ser gel û civakan tên sepandin. Li welatê me, Faşîzma ji aliyê desthilatdariya heyî (AKP- MHP) ve, Neteweperestî û Nîjadperestî bi piranî li ser gelê Kurd û yên ku ne Tirk in pêk tê. Faşîzma Kedxwariyê li ser karker û kedkaran, Faşîzma Olî (Faşizma Kesk) jî li ser tevahiya civakê pêk tê. Lê belê faşîzma olî ya bi destê qaşo oldaran, Faşîzma  herî dijwar û zalim e. Ji ber ku faşîzma olî, bi navê "xweda" li ser gel û civakê pêk tînin, kesên ku  li dijî Faşîzma Olî têkoşînê dimeşînin jî wekî kesên ku li hemberî "xweda" serî radikin tên sûcdarkirin. Jixwe di Faşîzma Nîjadperest û ya Olî de AKP û MHP hev temam dikin û bi sûcdarkirina li hemberî "xweda" û dewletê gefan li civakê dixwin. AKP-MHP' ji destpêka desthilatdariya xwe heta vê demê li hemberî Akademîsyenan, Zanist û Zanyaran,  Rojnamevanan, Parlementeran, Şaredaran, Siyasetmedaran, huqûqnasan û hunermendan, hemû cûreyên Faşîzmê pêk anîne û tînin."    'ZAGONA ÎNFAZÊ BI DENGÊ AKP-MHP'Ê HAT ERÊKIRIN'    Komeleyê bal kişand ser zagona înfazê jî û wiha li daxuyaniyê zêde kir: "Ligel hemû nerazîbûnên civakê, saziyên demokratîk ên demokratîk ên hundir û derveyî welat jî, girtiyên siyasî li derveyî çarçoveya vê zagonê hatin hiştin di vê pêvajoya ku mirovahî di binê gefa Şewba Korona'yê de ye, girtiyên siyasî di nava çar dîwarên zindanan de terkî mirinê hatine kirin. Herî dawî jî hewl didin ku mudaxeleyî saziyên pîşeyî yên wekî Odeya bijîşkan (TTB), Baroyên bajaran û Yekîtiya Odeyên endezyar û avahîsazan (TMMOB) bikin û rêveberiyên van saziyan testeser bikin. Van pêkanînan didin xuyakirin ku gel, girtiyên zindanan, civak û saziyên demokratîk bi desthilatdariyeke çiqas Faşîst û xetere re rû bi rû ne. Armanca vê desthilatdariya Faşîst, serî tewandin û çok şikandina civakê ye. Lê, em baş dizanin ku dê tu car di armanca xwe de bi ser nekevin. Faşîzma herî tund û dijwar jî li dijî Mustafa Koçak û endamên Gurup Yorum pêk anîn û tînin. Bi van pêkanînên Faşîzane bûn kujerên; Mustafa, Hêlîn û Îbrahîm'an."    SEPANÊN FAŞÎZMÊ ŞERMEZAR KIRIN   Komeleyê herî dawî sersaxî ji malbatan re xwest û wiha dawî li daxuyaniyê anîn: "Divê xwediyên van pêkanînên hovane hesab bidin gel û malbatên van têkoşerên jiyana bi rûmet. Hêvî û baweriya me xurte ku dê têkoşerên azadiyê xwedî li armanc, xewn û xeyalên jiyana azad û bi rûmet derkevin û hesab ji Faşîzma AKP-MHP'ê bipirsin. Bi van hest û ramanan, em carek din Mustafa, Hêlîn û Îbrahîm bibîr tînin, li ber bîranînên van bejna xwe ditewînin û  ji malbatên wan, rêhavalên wan ên têkoşînê û hemû hezkiriyên wan re sebir û sersaxiyê daxwaz dikin."