Serokê Baroya Wanê: Em deng dernexin sibê dê dereng bibe 2020-05-09 09:59:29   WAN – Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar têkildarî amadekariya AKP’ê ya guhertina qanûna parêzeriyê û pergala hilbijartina baroyê ku dilke got: “Em deng dernexin sibê wê pirr dereng bibe. Wê rêxistinên pîşeyî yên li dijî îşkence, tundî û îstîsmarê têdikoşin wê êdî tune bin.”   AKP dixwaze di pergala hilbijartinên baroyan û odeyên pîşeyî de guhertnan bike. AKP dest bi van amadekariyan kiriye. Li dijî vê amadekariya AKP’ê jî bertek her ku diçin zêde dibin. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar ji ajansa me re axivî û bertek nîşanî vê daxwaza AKP’ê da.      ‘JI ME RE DIBÊIJIN HÛNÊ BIPEJIRÎNIN’   Ûçar da zanîn ku bi vê tişta ku dê bikin dixwazin dengê kesên yên ku azadiyan û mafan ên welatek demokratîk û hiqûqî dixwazin û berpirsiyariya xwe pêk bînin û odeyên pîşeyî bibirin û got. “Ji me re dibêjin ‘va em ê bikin û hûnê jî bipejirînin.’ Daxuyaniya Baroya Enqereyê dikin hêncet û dixwazin pergala baroyan biguherînin.”   ‘DIXWAZIN DENGÊ ME QÛT BIKIN’   Ûçar diyar kir ku niha li ser guhertinê xebatek ku bê kirin ne diyar e û heta niha ne bi wan re û ne jî bi baroyên din re tiştek nehatiye şewirîn. Ûçar da zanîn ku bi salane daxwazên wan ên guhertinê tên redkirin lê niha dixwazin baroyan hedef nîşan bidin û vê guhertinê pêk bînin û li gorî dilê xwe her tiştî bibijêrin. Ûçar anî ziman ku tişta tê kirin dij qanûnî ye û got. “Îqtîdar dixwaze deng û rengên me baroyan û odeyên pîşeyî bibire û fikr û ramanên van saziyan parçe bike.” Ûçar got piştî daxuyaniya Baroya Enqereyê bi zanebûn kampanya lîncê hatiye destpêkirin û ketiyê dewrê.   ‘DIBE KU SIBÊ DERENG BIBE’   Ûçar destnîşan kir ku wan jî piştevanî daye Baroya Enqereyê û got: “Piştî me desteka xwe pêşkêş kir em jî bûn armanca gef û gûran. Her çiqas li dijî ola Îslamê me tu tiştek negotibe jî lê hevalên me beravajî hatin nîşandan. 790 endamên baroya me desteka xwe pêşkêş kirin. Heta îro Baroya Wanê li ser bîr û bawerî û dînê tu kesî neheqiyê nekiriye û rêz nîşan daye. Heta îro em ji bo maf, edaelet û azadiyan xebitîne û em ê têkoşîna xwe ji bo parastina maf û azadiyan jî berdewam bikin. Wê rêxistinên pîşeyî û baro yên li dijî îşkence, tundî û îstîsmarê û her cûre neheqî û bêhiqûqiyê têdikoşin wê êdî tune bin. Dixwazin têkoşîn û hevgirtina me tune bikin. Em deng dernexin sibê wê pirr bibe dereng. Rewşa daraza îroyîn ku têbirêvebirin jî li ber çavan e. Her kes ji darazê bi endîşe ye û baweriya kesî nemaye.”   MA / Adnan Bîlen