Dayika Aştiyê Varli: Êdî bes e 2020-05-09 10:00:26   ENQERÊ - Dayika Aştiyê Hanim Varli a 43 salî, diyar kir ku ew li warê xwe hatiye dinê, lê di sîrgûnê de jiyaye û got: “Qîmetê hêstirên dayîkan girane. Bila dayik ne girîn. Êdî bes e.”   Ji roja dayikan re ku di hefteya duyemîn a meha Gulanê de li tevahiya cîhanê tê pîrozkirin, rojek ma. Dîroka roja dayikan pir kevnare û sed sal e tê pîrozkirin. Li tevahiyê cîhanê Roja Dayikan mîna cejneke tê pîrozkirin. Lê dayikên Kurdan roja dayikan bi jan, eş, xem, dinava hêstiran de, li ser gorên zarokên xwe yê têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, an jî çavên wan li rêya zarokên wane, derbas dikin. Dayikên ku zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kirin û êşa herî mezin dijîn, ji bo ku êş û bûyerên wan jiyane, tu dayikên din ne jîn û heman êşê nekêşin berî 20 salan Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirin û ev 20 salin hewl didin aştî pêk were.   Dayika Aştiyê ya ku kurê wê di nava refên PKK'de jiyana xwe ji dest da Hanim Varli, yek ji hezaran dayikên ku êş kişandine. Dayika Varli ya ku temenê wê 75 saliye, berî 43 salan di sala 1977’an bi malbata ji cih û warê xwe navçeya Erdîş a Wan tên sîrgûnkirin. Piştî, malbat ji Erdîşê koç dike, pêşî Trabzon dûre Edîrne û di dawiyê de jî sîrgûnê Enqerê tên kirin. Varli, dema behsa serpêhatiya xwe ya bi êş, azar, zor û zehmet dike, hestiyar dibe û axînek mezin dikêşe nava xwe. Varlî, diyar kir ku dema hatin sîrgûnkirin ji ber axaftina wan a zimanê Kurdî gelek zahmetî kêşandine.   'DEMA EM DIMIRIN LI WELAT XWE TÊN VEŞARTIN’   Dayikê 8 zarokan Varli, sedema sîrgûnkirina malbata xwe wiha vedibêje: “Hevjînê min Mehmet Abdullah Varli dîrokzan bû. Li gel xwedî derdiket, li hemberî zordariyê serî ne di tewand. Dîroka qirkirina Kurdistanê teva di zanibû. Ji ber vê em ji cih û warê me dûr xistin.” Varli ya ku bi salane ji welatê xwe dûr dijî, wiha qala heskirina warê xwe dike: “Hêjî di hişê me de ye. Her çi kasî em ji welatê xwe dûr bin jî, em bi gelê xwere ne. Em bi çand û zimanê xwe dijîn. Dema em dimirin li ser axa xwe tên veşartin.”   'QÎMETÊ HÊSTIRÊ DAYIKA GIRAN A'   Varli, anî ziman ku dayik zarokên xwe bi hezar zahmetiyan mezin dikin û wiha got: “Dayik ne ji bo ku zorekên wan jiyana xwe ji dest bidin tenin dinê. Ji bo ku bijîn û jiyana mezin bikin tînin dinê. Qîmetê hêstirê dayikan giran e, edî dayikan ne girînin. Şer bi dawî bikin û bila aştî çêbe. Her çikas hun êrîşa berdewam bikin jî hûnê rojêkî li ser masê rûnin. Emê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin. Piştî ewqas zor û zehmetiyên bi salan, emê dîsa dev ji têkoşînê bernedin. Ez bang li hikûmata AKP dikim ku gerîlla, leşker, polîs û bila tu kes nemirin. Êdî operasyona rawestîn in. Di meha Remezanê ya mübarek de edaletekê çêbikin, li ser mase rûnin."   ‘EM DIXWAZIN WEKHEV BIJÎN’   Dayika Varli da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê hemî dayik bibin yek û wiha bilêv kir: “Hûn çawan dijîn em jî dixwazin wisan bijîn. Bila êdî êrîşî gorên zarokên me nekin. Em dixwazin wekhev bijîn.” Varli, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em weke dayikên dilen wan hatine şewitandin bi boneya Roja Dayikan dibêjin; bila şerê li Kurdistanê yê bi salene dewam dike, raweste. Ez banga li hemû dayikên cîhanê dikim ku em dengê xwe yê aştiyê zedetir bilind bikin. Em şer naxwazin, biratiyê dixwazin. Êdî bes e."   Varli di dawiyê de jî ji bo 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî jî bang li dayikên kurd kir û wiha got: "Bila zimanê dayikê neyê jibîrkirin. Di xwezayê de zimanê her zindiyî cuda ye. Em jî çand û zimanê xwe bi hevre pêş bixin û xwedî li zimanê xwe derkevin."   MA / Emrûllah Acar