Îqtîsatvan Onder: Gel xizan dibe, ferqa xizan û dewlemendan zêde dibe 2020-05-09 10:34:22   STENBOL - Îktisatvan Îzzettîn Onder, diyar kir ku di serdema îqtîdara AKP'ê de gel her ku diçe xizan dibe û ferqa navbera xizan û dewlemendan her ku diçe zêde dibe.    Tirkiye hewl dide ku piştî qeyrana aborî ya 2018'an xwe komî ser hev bike. Lê piştî qeyrana vîrûsa corona ya kurevî dîsa ket nava qeyranek din a aborî. Buhayê dolar 7,20 derbas kir. IMF diyar dike ku heta serê salê Tirkiye dê ji sedî 5 biçûk bibin. Gelek aborînas û rapor jî diyar dikin ku dê heta ji sedî 17’an biçûk bibe. Li gorî daneyên TUÎK'ê betalî ji sedî 13,8’ ye. li gorî rapora DİSK-AR'ê jî betalî hîn zêdetir e.    Îktisatvan Îzzettîn Onder, bal kişand ser polîtikayên îqtîdara AKP'ê yên aboriyê û wiha got: "Îqtîdara AKP’ê di 18 salên emrê xwe de li ser 2 polîtîkayan meşiya. Polîtîkaya yekem ne berhemê AKP’ê ye. sepandina polîtîkayêin 2000'an ên IMF-Dervîş bû. Polîtikaya duyemîn jî ya AKP'ê bû. Ew jî beyî ku pêroja civakê bifikire pêş xist. Tenê li li vitrinê nerî û bê qural gav avêt. Ji bo dengan bistîne û kar bide sermayeya derve ev pêş xist. Her du polîtîtîka jî ne ji bo aramiya gel bûn. Her du polîtîkayan jî aboriya Tirkiye biçûk kir û têk bir. Li ser hilberîna kapitalizminê û komên sermameya finansî polîtîka pêş xist. Ji ber polîtîkayên şaş aboriya Tirkiye hilweşiya. Bernameya pereyan şaş pêş xist.  Onder, da zanîn ku beyî butçeya cemaweriyê zêde bike, ji sedî 6'ê hatina neteweyî da deynan û faîzê û got: "Ev dibişe şeklê rêveberiya mêtînger a Duyûn-û Umumiyeyê. Ji ber butçe kêm kirin, xizmeta cemaweriyê jî kêm û biçûk bû. Hatina 70 milyar dolar pereyê arizîkirinê ji sedî 62 milyar dolar AKP’ê bi dest xistiye. Di bernameya serbestkirina aboriyê de kesên kedkar û karker darbeyek mezin xwarin. Bi serbestkirina piyasê ked hat binpêkirin û quralê xebatê û pîvanên heqê kedê ji holê rabû. Tabloya xerab û bi êş ya a vê pêtîkîkayê deynê Tirkiye yê derve ye. Di serdema AKP'ê de deynê derve 250 milyar dolar zêde bû. Di 18 salên AKP'ê de 465 milyar dolar deynê derve çêbû. Dolar 7 lîra derbas kir. Zêdebûna dolar dê bandorê li ser buhabûnê jî bike.    Bi van polîtîkayên gel bêtir xizan dike û sermayedaran bêtir bêtir zengîn dike. Ferqa navbera gelê xizan û sermayedarên zengîn zêde mezin dike. Ev dê bibe sedema teqîna civakî. Her çend îqtîdar bêje Tirkiye mezin dibe jî dê hetae serê salê Tirkiye li gorî hinekan ji sedî 5, li gorî hinekan dê hîn zêdetir biçûk bibe. Dema em li gorî rêjeya betalî, cudahiya navbera herêman binerin, dê herî kêm ji sedî 15-20 biçûk bibe. Dibe ku rêjeya ciwanên batal ji sedî 20’an zêdetir bike.    DIVÊ EM ÊDÎ SERÊ XWE RAKIN Û LI DORA XWE BINERIN   Onder, herî dawî anî ziman ku dema wekî partiyekê li AKP’ê dinerin, dibînin ku di aliyê dad, perwerde, medya û tenduristiyê de hemû saziyên dewletê hilweşandine û ev yek nayê fam kirin. Ez hêvî dikim ku em ê serê xwe ji nava xîzê derxin û li dora xwe binerin. Ez hêvî dikim ku em ê xwe ji belaya kapitalizmê derxin û xwe ji hemû cinavirên wê xelas bikin."    MA / Tolga Guney