Li Qelqeliyê kuştina jinekê ya bi şik û guman 2020-05-09 10:35:28   WAN - Li taxa Îstasyonê ya Navçeya Qelweliyê jina bi navê Ceren Atli bi awayekî kuştî hat dîtin.    Li Taxa Îstasyonê ya Navçeya Qelqeliyê ya Wanê jina ciwan Ceren Atli şevê din li mala xwe kuştî hat dîtin. Hat ditin ku gule li serê wê ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Atli birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê û ji wir jî ji bo otopsiyê birin Wanê.