Destûr nadin kes têkeve goristana ku Gokçek lê defin bikin 2020-05-09 10:50:02   QEYSERÎ - Cenazeyê Endamê Grup Yorum  Îbrahim Gokçek birin Qeyseriyê. Prz. Ayşegul Çagatay ya çû cenaze bigire got: "Qedexeya derketina kolanan dikin hincet û hewl didin ji xeynî malbatê kesên din tev li merasina cenaze nebin."    Cenazeyê Endamê Grup Yorum Îbrahîm Gokçek ê 323 rojan di rojiya mirinê de li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da, şevê din birin morga Goristanê ya Qeyseriyê. Piştre cenaze di dorpêça polîsan de anîn gusulxaneya goristanê. Parêzera Gokçek Ayşegul Çagatay, diyar kir ku cenaze heta serê sibê li morga goristanê dan rawestandin û wiha got: "Niha li cem cenaze xizm û birayê wî heye. Em niha diçin cenazeyê Îbrahim bigirin. Dê cenazeyê Îbrahîm li Goristana Halep Hoca bê defin kirin. Me agahî stend ku hevjîna wî Sultan Gokçek a girtî jî ji bo beşdarî merasima cenaze bibe anîne Qeyseriyê. Lê me ev yek teyît nekir. Dema cenaze ji morgê girtin, polîsan bi hinceta qedexeya kolanan kesên beşdar bibin bi sînor kirin. Xwest ji xeynî malbatê kesên din beşdarî merasima cenaze nebe.    Dema şevê din cenazeyê Gokçek anîn goristanê, komek nijadperest a li Navçeya Başakpinarê kom bûn, xwestin Gokçek li Qeyseriyê defin bikin. Koma definkirina cenazeyê Gokçek asteng kirin gotin “Hûn defin bikin jî em dê cenaze derxin û bişewitînin" û gef li malbatê xwar.    Parlamenterê MHP'ê yê Qeyseriyê Mustafa Baki Ersoy û Serokê MHP'ê yê Qeyseriyê Serkan Tok jî tev li komê bûn û cenaze asteng kirin.