Zarakolû: Ew bi xwe darbekar in loma her kesî dikin darbekar 2020-05-09 10:57:37   STENBOL – Derbarê nivîskar Ragip Zarakolû de bi îdiaya “peyama darbeye” daye lêpirsîn hatibû destpêkirin. Zarakolû diyar kir ku wî bi nivîsa xwe xwestiye balê bikişîne ser metirsiyên li Tirkiyê û yên wî wek “darbekar” sûcdar dikin ew bi xwe darbekar in û heta welat demokratîk nebe dê metirsiya darbeyê hebe.   Nivîsa bi sernavê “Ji çarenûsa bêyom rev tune ye” ya nivîskar-weşanger Ragip Zarokolû ku di 5’ê gulanê di malpera nûçeyan a Rojnameya Evrensel û Arti Gerçek de hatibû weşandin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Zarokolû de bi îdiaya “Banga darbeyê” kiriye lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê li ser giliye Serokê Ragihandina Serokkomariyê Fahrettîn Altûn lêpirsîn daye destpêkirin.   Ragip Zarokolû bersiva vê sûcdariya derbarê xwe de da û got: “Îqtîdar her tim darbeye dike rojeva xwe. Xwe wek ku mazlum e bazar dike.”   ‘MIN BALÊ KIŞAND SER METIRSIYAN’   Zarokolû diyar kir ku wî bi nivîsa xwe xwestiye metirsiyên li pêşiya Tirkiyê bi bîr bixe û got: “Partiyên rastgir ên Tirkiyê piştî ku bi hilbijartinê tên, pişt re ji bo dest ji îqtîdarê bernedin, dest bi otorîtebû, nê dikin. Li pêşiya Tirkiyê metirsiyek wiha heye. Heke bi rastî jî ev li dijî darbeyê bin, pêwîste demildest welat demokratîk bikin. Min di nivîsa xwe de xwest balê bikişînim ser vê yekê. Recep Tayyîp Erdogan ji Adnan Menderes wêdetir bêtir dişibe Celal Bayar. Çimkî di serdema Menderes de xwest hin polîtîkayên nerm bixe dewrê lê Serokkomar Celal Bayar destûr neda. Yanî Erdogan dixwaze xwe wek Menderes qûrban nîşan bide lê di esasê xwe de ew dişibe Celal Bayar.”   ‘BI PANÎK IN’   Zarokolû da zanîn ku her çiqas AKP dixwaze we mazlûm nîşan bide jî lê ew di nava panîkekê de ne. Zarokolû anî ziman ku yên jê re dibêjin “darbekar” ew bi xwe darbekar in û darbeyan ew bi rêve dibin. Zarakolû da zanîn ku li Tirkiyê niha polîtîkaya naziyan a Elmanya têbirêvebirin û AKP ji bilî xwe kesî qebûl nake.   ‘HETA KU PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE…’   Zarokkolû destnîşan kir ku bi boneya vê nivîsa wî sûcdarkirina “darbekariyê” gelek tewş e û got: “Jiyana min bi dijbûna darbeyan re derbas bû. Me wek malbatî jî bedelê her cûre darbeyan da. Heta ku Tirkiye li dijî sûcên mirovahiyê tên kirin helwesta xwe nîşan nede wê nekeve ser rêya demokratîkbûnê. Bedelê vê yekê jî hemû welatiyên Tirkiyê didin. Heta ku pirsgirêka kurd neye çareserkirin ne mimkin e Tirkiye bibe welatek demorkatîk. Bi her kul û halî pêvajoyek dest pê kiribû û Peymana Dolmabahçe pêk hatibû. Baş e yê ku maseyê qeliband kî ye? Yê ku got ‘ev aştî kêrî karê min nayê’ Erdogan bi xwe ye. Ji bo ku serokwezîrê wî Peymana Dolmbahçeyê pejirand ji wezîfeyê girt.”   MA / Ferhat Çelîk