Dayika Nivîskar Akdogan: Bila êdî dilê me nesoje 2020-05-09 11:24:08   WAN - Hemî Akdogan, bi minasebeta Roja Dayikan xwest kurê wê yê Nivîskar Mehmet Akdogan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hîlwanê girtî ye serbest bê berdan û got: "Bila êdî dayik li ber deriyên girtîgehan ranewestin. Bila êdî dilê dayikan nesojin. Bila zarokên me nemirin."    Li gelek welatan duşema duyemîn a Gulanê wekî roja dayikan tê pîrozkirin. Bi minasebeta Roja Dayikan, dayik dixwazin di nava aramî, aştî û şahiyê de rojên xwe pîroz bikin. Lê di vê pêvajoya ku şewba Covît-19 li hemû cîhanê û girtîgehan belav bûye de, dayikên ku zarokên wan girtî bi fikar in. Hemî Akdogan jî bi minasebeta Roja Dayikan xwest kurê wê yê Nivîskar Mehmet Akdogan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hîlwanê girtî ye serbest bê berdan. Hemî Akdogan, 80 salî ye û ji Mezraya Zevye ya Gundê Pîrosa ya Navçeya Elkê ya Şirnexe ye û Dayika Aştiyê ye. Bi salan rasti zilm û zordariyê hat. Eskeran gundê wan şewitand û koçî Geverê kirin. Piştî demekê li Geverê jî zext li wan kirin û neçar ma ku koçî Wanê bikin. Akdogan, diyar kir ku ji roja gundê wan hatiye şewitandin heta niha gelek caran rastî zilmê hatiye got: "Her dem wekî dijmin nêzî me Kurdan bûn. Her dem xwestin me tune bikin. Em li dijî vê zilmê 40 salin têdikoşin. Em wekî Dayikên Aştiyê ji bo aştiyê bînin vî welatî têdikoşin. Bila êdî dayik li ber deriyên girtîgehan ranewestin. Bila êdî dilê dayikan nesojin. Bila zarokên me nemirin. Bi hezaran dayik zorokên wan girtî ne."    MA ÎMAN Û WÎCDANÊ WE TUNE YE?    Hemî Akdogan êrîşên li dijî gor û goristanan jî şermezar kir û got: "Hûn çi ji gorên zarokên me dixwazin. Hûn çi ji miriyan dixwazin. Ma gor û miriyên me çi kirine ji we? Ma wîcdan û îmana we tune ye? Bes êrîşî gorên me bikin. Bûn bi van êrîşan nagêjin armanca xwe. Hûn guhen dikin. Bes dilê dayikan bisojin. Em roja hemû dayikan pîroz dikin. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin hemû girtîgeh bên valakirin."