Cenazeyê Gokçek spartin axê 2020-05-09 12:04:52   ENQERE - Cenazeyê Endamê Grup Yorum Îbrahim Gokçek, piştî ku hevjîna wî Sultan Gokçek xatir jê xwest li Qeyseriyê defin kirin.    Cenazeyê Endamê Grup Yorum Îbrahîm Gokçek ê 323 rojan di rojiya mirinê de li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da, li Qeyseriyê defin kirin. Şevê din cenaze di dorpêça polîsan de anîn Morga Goristana Reşadiye. Dema şevê din cenazeyê Gokçek anîn goristanê, komek nijadperest a li Navçeya Başakpinarê kom bûn, xwestin Gokçek li Qeyseriyê defin bikin. Koma definkirina cenazeyê Gokçek asteng kirin gotin “Hûn defin bikin jî em dê cenaze derxin û bişewitînin" û gef li malbatê xwar.  Parlamenterê MHP'ê yê Qeyseriyê Mustafa Baki Ersoy û Serokê MHP'ê yê Qeyseriyê Serkan Tok jî tev li komê bûn û cenaze asteng kirin. Serê sibê Malbatê û cenazeyê Gokçek ji goristanê wergirtin û birin Goristana Halepê. Gelek polîs li hundir û dervê goristanê bi maşîneyên zirxî cihê xwe girtin. Hevjîna Gokçek ya girtî Sultan Gokçek jî di kontrola eskeran de anîn goristanê. Sultan Gokçek, rûyê Îbrahîm vekir û li ruyê wî nerî û xatir ew oxir kir û xatir jê xwest. Piştî vecîbeyên olî kirin, cenaze defin kirin. Malbatê û komê di merasima cenaze de dirûşmeyên "îbrahim Gokçek nemir e" û "Grup Yorum mafdar e nayê bêdengkirin", "Stran nayên bêdengkirin, govend nayên rawestandin" berz kirin.    Malbatê dema cenazeyê Gokçek defin kirin, polîsan destûr nedan ku ke nêzî goristanê bibin. Piştî definkirinê malbat û xizmên wî qurnefil danîn ser gorê û Hevjîna wî Sultan Gokçek jî qurnefil danî ser gorê.    Dema kesekî xwest di merasimê de pankartê veke, polîsan li wî da. Hevalê Gokçek ku xwest li ser gorê bi axive jî rastî astengiya polîsan hat. Polisan destûr nedan kes bi aixve. Dema komê xwest strana Grup Yorum a “Mirin ji mere tune ye" bistrên jî polisan destûr neda.