Girtiyê ku xwîn çû ser mêjiyê wî rewşa wî di xetereyê de ye 2020-05-09 12:32:49   ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz ê ku xwîn çû ser mêjiyê wî û rewşa jiyana wî di rîskê de ye û xwest were berdan.   Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Ji ber tevdîrên koronayê beşdariya girseyî pêk nehat. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyaniya hefteya 296’emîn da. Çevîrmen got ew vê hefteyê balê dikişînin ser rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz ê ku xwîn çû ser mêjiyê wî û rewşa jiyana wî di rîskê de ye û xwest were berdan.   Çevîrmen da zanîn ku ji ber şewba koronayê cihên herî bi rîsk girtîgeh in û got: “Li 355 girtîgehan nêzî 190 hezar girtî di bin rîskê de ne. Rewşa girtiyan bi metirsiyê re rûbirû ye.”   ‘LI BER MIRINÊ YE, NIKARE DI HEVSÊ DE BIMÎNE’   Çevîrmen balê kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îsamîl Yilmaz (67) ê li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F a Kandiraya Kocaeliyê tê ragirtin û wiha got: “Nexweşîna dil pê re heye. Tevî ku dê rîska krîza dil derbas bike jî 16 sal in bi tena serê xwe dimîne. Nexweşîna tansiyon pê re heye. Her wiha çavên wî diêşin û baş nabîne. Di 28’ê nîsanê de xwîn çûye ser mêjiyê wî û ji serê xwe emeliyat bûye. Ne mimkin e ku Îsmaîl Yilmaz di şertên hevsê de bimîne. Adeta gihîştiye sînorê mirinê. Ji ber pandemiyê 14 roj dê di karantînayê de bimîne. Dema mirov hemû nexweşînên wî dide ber çavan ne pêkane di hevsê de bi tena serê xwe bimîne. Jiyana Îsmaîl Yilmaz di bin metirsiyê de ye û em xwe dixwazin demildest wî sewqî Saziya Tiba Edlî bikin û were berdan.”