Cenazeyê Yilmaz ê HPG nivê şevê defin kirin 2020-05-09 13:16:22   AMED - Malbata Yilmaz, cenazeyê kurê xwe Mûsa Yilmaz ê li Dersîmê di şer de jiyana xwe ji dest da, şevê din şev nîvê şevê defin kirin.     Malbata Yilmaz, cenazeyê kurê xwe Mûsa Yilmaz ê HPG’yî ku di operasyoneke eskerî ya 6’ê Gulanê de li gel 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû, duh ji morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn Farqînê. Malbat, di 8’ê Gulanê çûn Meletiyê û cenaze ji morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn Naçeya Farqînê ya Amedê. Malbatê piştî cenaze wergirtin, saet di 17.30’an de ji Meletiyê derketin rê û ji ber li nokteyên esker û polîsan hatin rawestandin, saet di 23.00'an de gihiştin Farqînê. Polîsan destûr nedan ku malbat cenaze li mizgeftan bişon. Malbatê cenaze li derve li ber deriyê mala xizmekî xwe şuştin û şev nîvê şevê li Goristana Taxa Ferîdûn a navçeya Farqînê di dorpeça polîsan de spartin axê. Gelek kesên ku xwestin beşdarî merasîma cenazeyî bibin, polîsan bi hinceta vîrusa coronayê destûr nedan beşdar bibin. Tenê endamên malbatê rêveberên MEBYA-DER’ê û bi dehan kes beşdarî merasîmê bûn. Malbatê şîn li mala xwe qebûl kir.