Li Amedê qedexe û li Sûrê jî hilweşandin heye 2020-05-09 14:39:49   AMED – Bi qedexeya derketina derve ya ku dê du roj dewam bike re kuçe û kolanên Amedê cihê xwe ji bêdengiyê re berdan. Li navçeya Sûrê jî taxek ku ji 2015’an ve qedexekirî ye xebatên hilweşandinê lê didome.   Li ser giştînameya Wezareta Karên Navxweyî îro û sibê dê li 24 bajaran qedexeya derketina derve hebe. Qedexeyê duh bi şev dest pê kir û roja yekşemê bi şev bi dawî bibe. Piştî qedexeyê kuçe û kolanên Amedê cihê xwe ji bêdengiyê re hişt û her dever vala ma. Tê payîn îro li Amedê baran bibare û karkarên şaredarî, firin û kargoyê dixebitin.   Polîs bi maşîneyên zirxî û sivîl li nav bajêr digerin.   HILWEŞANDINA LI TAXA QEDEXEKIRÎ DIDOME   Li aliyê din jî taxa Cemal Yilmaz a Sûrê ku ji pevçûnên sala 2015’an de qedexeya derketina derve lê hatiye sepandin hêj qedexekirî ye û xebata hilweşandinê li taxê dewam dike. Hat zanîn ku hilweşandina li taxê li ser destûra Walîtiya Amedê tê kirin û kamyonên molozê dirêjin di pişt Otela Kervansaray a li Deriyê Mêrdînê ji taxê derdikevin.