'Me dixwest di Roja Dayikan de zarokên me gurzek gul bidin me' 2020-05-09 15:09:39   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 789’an de çalakiya lêgerîna aqûbeta windayan berdewam kir. Zubeyde Teke ya kurê wê yê Rojnameger Ferhat Tepe di sala 1993'an de hat revandin û kuştin got: “Me dixwest di roja dayikan de zarokên me gurzek gul bidin destên me."    Dayiken Şemiyê, di hefteya  789'an de ji bo aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin, li ser hesabê medya civakî çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta xwendekarê Zanîngeha Zanistên Teknîkê ya Stenbolê Husamettîn Yaman û xwendekarê Fakulteya Tipyê ya Cerrahpaşa Soner Gul pirsîn. Dayikan dîsa ji ber vîrûsa corona daxuyanî li ser medya civakî bi awayekî zîndî dan. Endama Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Nur Surer daxuyanî da. Ewil dayika rojnameger Ferhat Tepe yê di sala 1993'an de li Bedlisê hat revandin û kuştî hat dîtin, Zubeyde Tepe  axivî. Tepe anî ziman ku dayik bi salan in li windayan digerin û wiha got: "Çima li kujerên zarokên me nagerin. Me dixwest kujer bên dîtin, darizandin û cezakirin. Gelek dayik hêj hestiyê zarokên wan nehatine dîtin. Gelek dayik hene gorên zarokên wan tune ne. Her tiştî li me qedexe dikin. Dixwazin Dayikên Şemiyê qedexe bikin. Lê em van qedexeyan nas nakin. Em tu carî dest ji Qada Galatasarayê bernadin. Duşemê roja dayikan e. Ji bo dayikan tişta herî xweş ewe ku zarokên wan êş û derdan nebînin. Em dibêjin bila dayik negirîn. Bila zarokên tu dayikan nemirin. Me dixwest di roja dayikan de zarokên me gurzek gul û çîçek bidin destên me."    HETA EDALET CIHÊ XWE BIBÎNE...   Birayê Husamettin Yaman, Feyyaz Yaman jî anî ziman ku Husamettîn û hevalê wî Soner Gul  xistin otobusekê û birin li aliyê Findikzade li wir înfaz kirin. li gel îtîrafê endamê Tevgera Taybet Ayhan Çarkin serlêdanên wan ên demokratîk bi encam nebûn. Em xwediyê vê dozê, emê heta dawî vê yekê bişopînin û em dest jê bernadin.    SURER: EM Ê LÊGERÎNA HEQÎQETÊ BERDEWAM BIKIN   Endama ÎHD'ê û sînemager Nur Surer jî ani ziman ku anî ziman ku ji ber vîrûsê çalakiyên xwe li ser medya civakî berdewam dikin û wiha got: “Siyaseta cudakar û berberiyê dayikan cuda dike. Em hevî dikin ku tu dayik êşê nejîn. 789 hefte ne dayik çalakiyan li dar dixin. Dixwazin çalakiya dayikan bidin ji bîr kirin. Lê tevî her tiştî em ê lêgerina heqîqetê berdewam bikin. Em ê aqûbeta windayan bidomîmin. Em ê lêgerîna xwendekarên zanîngehê Husamettin Yaman û Soner Gul ên 28 sal berê hatin windakirin û dosyayên wan bê encam man her tim bînin rojevê.    Surer, di axaftina xwe de bal kişand ser îtîrafên polîsê taybet Ayhan Çarkin ya 19'ê kanûnê sala 2011'an û wiha got: "Polîsê taybet Çakir di îtîrafa xwe de diyar kir ku Yaman û Gul piştî hatin binçavkirin li daristanekî îfadayên wan hatine girtin. Piştî îfadeyên Çakir yên derbarê Yaman û Gul de malbata Yaman serî li dozgeriyê da û xwest dosya carek din bê vekirin. Lê ligel îfadeya Ayhan Çakir lêpirsineke berfireh nehat kirin. Aqûbeta Husemettin û Soner di tariyê de hatin hiştin. Faîlên wan bê ceza hatin hiştin û hatin parastin."   Surer, di çalakiya xwe ya 789'an de bang li rayedarên siyasî kir û got: "Êdî rêgezên gerdûnî yên hiqûqê û rûmeta mirovahiyê binpênekin. Derbarê kuştina Husamettîn Yaman û Soner Gul de berpirsiyartiya xwe pêk bînin. Em ê ji bo Husamettîn Yaman û Soner Gul lêgerîna xwe ya winda bê dîtin bidomînin.   Surer, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Qada Galatasarayê û destnîşan kir ku 90 hefteyê Qada Galatasarayê ji wan re hatiye qedexekirin û lê tu carî dest ji qadê bernadin.