Xizmên windayan faîlên malbata Fîdancî pirsîn 2020-05-09 15:16:21   AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan, di çalakiya xwe ya hefteya 587’emîn de, pirsa faîlên 4 ferdên malbata Fîdancî yên hatin kuştin, kirin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan bi armanca “Winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 587’emîn a çalakiya xwe de, pirsa faîlên 4 ferdên malbata Fîdanci yên li gundê Susa ya Farqînê hatin kuştin kirin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Ercan Yilmaz vîdeoya amedekiribû li ser hesabê medya civakî ya komeleyê parve kir. Yilmaz, di videoya parve kir de pirsa faîlên Mehmet Habîp, Mehmet Nûrî, Vedat û Ahmet Fîdanci yên ji heman malbatê yên ku li gundê Susa a navçeya Farqîn a Amedê di sala 1992’yan de hatin kuştin kir.   LI GUND DAN BER GULEYAN   Yilmaz, darbarê bûyera berî 28 salan rû da de ev agahî dan: “Li gundê Susa yê Farqînê di sala 1992’yan de bûyerê cuda rû dan. Ji ber vê di nava gundiyan de rageşiyek mezin hebû. Li gund tirsek mezin belav bibû. Hin malbat bi hinceta ewlekariya canê wan li gund nebû, neçar man ku gund terk bikin. Li gund tenê çend malbatên diyar mabûn. Piştî 2 meh derbas dibin, birayên hev Mehmet Habîp, Mehmet Nûrî, Vedat û Ahmet Fîdanci ji bo palehiya zeviyên xwe diçin gund. 13 kesên ser û rûyê wan girt, kincên sîvîl li wan tên nava zevî, dest û lingê Mehmet Habîp, Mehmet Nûrî û Ahmet Fidanci gire didin. Dûre li ber çavên endamên malbatê yên din didin ber guleyan. Dest û çavên Vedat Fîdanci gire didin û bi xwe re dibin. Demek direş îşkence li Vedat dikin. Piştî guh û pozê wî jê dikin, dev devkî bi erde re dirêj dikin û gulekeyê bera serê wî didin û înfaz dikin.”   HÎNA JÎ FAÎL NE DIYARIN   Yilmaz, pirsa faîlên endamê malbatê kir û wiha got: “Malbata piştî bûyerê agahî dide leşkeran. Lê bûyer nayê ronî kirin. Leşker, cenazeyan dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Piştî otopsiyê di heman rojê de teslîmî malbatê dikin. Cenazeyê Vedat jî piştî 15 rojan li Kaniya Gula tê dîtin. Ligel hemû hewldanan jî faîlên endamên malbata Fîdancî nehatin dîtin. Mehmet Habîp Fîdanci zewicîbû û 10 zarokên wî hebûn. Mehmet Nûrî Fîdancî jî zewicîbû û 3 zarokên wî hebûn. Vedat û Ahmet Fîdancî jî ne zewicîbûn.”