Keskîn: Di dosyeya Nadira de darizandinek rast nehat kirin 2020-05-09 15:24:52   ENQERE – Ser dosyeya Nadîra Kadirova ya tê gotin li mala Şîrîn Unal ê AKP’yî întîhar kiriye hat girtin. Parlamentera HDP’ê Ayşe Başaran bi van gotinan bertek nîşan da: “Biryarek xeternak e.” Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn jî got: “Darizandinek rast nekirin, biryara neşopandinê dan.”     Tê gotin ku Nadira Kadirova a li mala Parlamenterê AKP’ê yê Stenbolê Şîrîn Unal dixebitî întîhar kiriye û tiliya Unal di întîhara wê de heye. Têkildarî kuştina Kadirova doz hatibû vekirin. Dadgehê têkildarî dozê biryara neşopandina dozê da. Her çiqas parêzeran îtîrazî biryarê kir jî lê serlêdan hat redkirin.   Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ji ajansa me re axivîn û bertek nîşanî biryarê dan.   ‘MIRIN BI ÇEKA PARLAMENTER PÊK HATIYE’   Keskîn diyar kir ku sergirtina dosyeyê ji bo wan ne suprîz bûye û ew wek Navenda Jinan a ÎHD’ê ji serê ewil ve dozê dişopînin û gilîkirina wan a derbarê Şîrîn Unal ê AKP’yî de jî bi neşopandinê hatiye redkirin. Keskîn da zanîn ku ji destpêka dozê ve kar û barê dosyeyê bi guman dihat birêvebirin û got: “Cînayet ango întîhar çi dibe bila bibe bi çeka parlamenter pêk tê. Em ji hemû belge û lêkolînên ku lê dinêrin û fikra ku Kadirova bi êrişek cinsî re rûbirû maye. Bêyî ku lêkolîn were kirin biryara neşopandinê hat dayîn. Darizandinek rast nehat kirin û vê biryarê dan. Em ê heta dawî mafê Kadirova biparêzin.”   BAŞARAN: JI BO TIRKIYÊ XETERNAK E   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku ew ji nêz ve mirina Nadira Kadirova ji nêz ve dişopînin û wiha got: “Çawa ku mirina Nadira li raya giştî deng veda, me demildest daxuyanî da û me got ev întîhar e. Di daxuyaniyên malbata Nadira û hevalên wê de jî tê gotin ku mirinek bi guman e. Lê tevî van hemûyan jî dixwazin ser dosyeyê bigirin. Li Tirkiyê ji bo kuştina gelek jinan întîhar e tê gotin û ser cînayeta gelek jinan tê girtin û diniximînin. Ser mirina Nadira bi berfirehî nehatiye lêkolînkirin. Cihê ku lê dima jî mala wekîlek îqtîdarê bû. Bandora îqtîdarê ya li ser darazê jî pir zelal tê zanîn. Ji roja ewil ve diyar bû ku dê ser vê dosyeyê bigirin. Ji lêpirsînê bigire heta dayîna biryara neşopandina dozê dema meriv lê dinêre ji bo Tirkiyê resmek xeternak radixîne ber çavan. Li mala wekîlek û bi çeka wî mirin pêk hatiye. Wek ku gelek asayî be tê nîşandan. Hevalên Nadira dibêjin ku tu pirsgirêkên derûnî tune bûye û tu sedemek wê tune bûye întîhar bike. Mirina Nadira ku wek întîharê xuya dike divê pir bi hûrgulî bihata lêkolînkirin. Ji ber ku li mala wekîlê AKP’ê mirin pêk hatiye ser dosyeyê girtin. Em ê li vê meseleye bipirsin û bibin şopdarê dozê.”   MA / Bêrîvan Altan