Ji bo girtiyên nexweş bang kirin 2020-05-09 16:03:15   STEBOL/ÎZMÎR - Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol û Îzmirê, di çalakiyên xwe yên vê hefteyê de ji bo girtiyên nexweş bang kirin û xwestin girtiyên nexweş serbest bêne berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 424’an de çalakiya "Rûniştina F" berdewam kir. Komisyonê vê hefteye jî ji ber vîrusa corona çalakiya xwe li ser medya civakî berdewam kir. Endama Komisyonê Hatice Onaran daxuyani da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îsmail Yilmaz. Onaran, anî ziman ku ji ber şewba Kovid-19 her roj mirov jiyana xwe ji dest didin û ji ber vê yekê der barê rewşa girtîgehan de zêde bi fikar in. Onaran, anî ziman ku li girtîgehan tedbîr nayên girtin û girtî di bin riskek mezin de dijîn. Onaran, diyar kir ku li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê ya 28'ê Nîsanê li 4 girtîgehan 120 girtî bi şewba vîrûsê ketine u ev yek bêtir wan dixe nava fikaran. Onaran, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îsmaîl Yilmaz û wiha got: "Yilmaz demek dirêj e li dijî nexweşiyan têdikoşe. Onaran, ani ziman ku yilmaz, di sala  2004'an de hat girtin û rastî cezayê muebeta giran hat û wiha got: "Yilmaz 67 salî ye. Li Girtigeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandirayê girtî ye. Di 28'ê nîsanê de xwîn çû ser mejiyê wî. Gelek nexweşiyên kronik bi Yilmaz re hene. Nexweşiya dil, tansiyon, prostat, çav û gelç pêre heye. Şertên girtîgehê ji bo wî îşkence ye. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Bi tenê nikare bijî û divê Yilmaz serbest bê berdan."      62 SALÎ YE, 26 SALIN GIRTÎ YE Û NEXWEŞ E      Endamen Şaxa ÎHD'ê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş bi dirûşmeya "Ji girtiyên nexweş re azadi" dîsa ji ber şewba vîrûsa corona li ser medya civakî çalakiya xwe berdewam kirin. ÎHD'ê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa Girtiyê nexweş Huseyin Sari. Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çiçek daxuyanî da û got: "Girtiyen ku azadiya wan ji destê wan hatiye girtin tiştek bê serê wan dewlet berpirsiyar e. Gelek girtî, tevî rapora 'Nikarin li girtîgehê bimînin' dîsa girtî ne û nayên berdan. Ev yek ji bo girtiyan bûye îşkence. Girtiyê nexweş Huseyin Sari 62 salî ye û ji sala 1994'an heta niha 26 salin girtî ye. Di lîsteya girtiyên nexweş de cih digire. Li Girtîgeha Tîpa T a Akhisar a Manîsayê girtî ye. Nexweşiyên dil, damar, hestiyên movikên piştê û gelek neşweyiyên din pêre hene. Divê serbest bê berdan. Tiştekî neyinî bê serê wî dewlet berpirsiyar e."