75 kes li gundê Siyavanê bi şewba Covît-19 ketin 2020-05-09 16:04:52   WAN – Li gundê Siyavan ê girêdayî navçeya Rêya Armûşê hejmara kesên bi koronayê ketine derket 75'an. Bi van nexweşan re hejmara kesên li Wanê bi koronayê ketine derket 362 kesan.   Li gundê Siyavan ê girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) di 5’ê gulanê de sepana karantînayê pêk hat. Hat gotin li vî gundî tevdîrên li dijî vîrûsê hatine piştguhkirin û şîn hatiye dayîn. Keyayê gund Mehmet Nûrî Yonten ji wezîfeyê hatiye girtin û ji bo kesên beşdarî şînê bûne xebata tespîtê hatibû destpêkirin. Di encama kontrola tenduristiya xebatkarên tenduristiyê de hat zanîn ku hejmara kesên bi koronayê ketine gihîştiye 75 kesan. Bi van nexweşan re hejmara kesên li Wanê bi koronayê ketine derket 362 kesan.