Aqûbeta xwendekarên di bin çavan de winda bûn pirsîn 2020-05-09 16:08:25   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, vê heftê aqûbeta xwendekarên zanîngehê Husamettîn Yaman û Mehmet Soner Gul ê di sala 1992’yan de dibin çavan de hatin windakirin pirsîn.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” her heftê li ber Sumerbankê daxuyaniya çapemeniyê pêk di anî. ÎHD’ê ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) çalakiya xwe ya vê heftê li ser înternetê pêk anî. Rêvebera Şaxa ÎHD’ê Cemîle Karakaya, daxuyaniyê vê heftê xwend.   Karakaya, diyar kir ku sibe Roja Dayikane û ewê şopdarên doza dayikên zarokên xwe winda kirine. Karakaya, da zanîn ku ew naxwazin tu dayik êşa zarokên xwe bikêşin û wiha got: “Em vê heftê dixwazin aqûbeta xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Husamettîn Yaman û xwendekarê Fakulteya Tip a Cerrahpaşa Soner Gul bipirsin. Em bang li sazî û dezgehên edlî û siyasî bikin. Dest ji binpêkirina mafên mirovan berdin. Em dixwazin aqûbeta Husamettîn Yaman û Soner Gul bê aşkere kir û faîlên wan bên dîtin. Ji bo ku aqûbeta Husamettîn Yaman, Soner Gul û hemû windayan bê aşkere kirin û edalet bê bi cih anîn, emê dest ji daxwaza xwe ya hiqûq û edaletê bernedin.”