ROJEVA 10'Ê GULANA 2020'AN 2020-05-10 09:00:01   * Parlementerê HDP’ê Alican Onlu der barê nivîsên ku li Pulumurê li ser çiyayan hatine nivîsîn de diyar kir ku propagandaya wê ya ku ji aliyê walitiyê hatiye kirin nîşan dide ku destpêkirina pêvajoyekê ye û got: “Ev rewş dibe cihê fikaran, peyameke cidî ye ku dibêjin ‘em ê cardin salên 90’î bidin jiyîn."    * Hevserokê Herêma Firatê Mehmet Şahîn, anî ziman ku Tirkiye bi êrîşan dixwaze "Qadên xwe yên dagirkirinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dorfirehtir bike" û got, ew ê jî li gor rexneyên Ocalan pergala xwe ji bo hemû gelan bikin modelek û ji bo vê bitêkoşin.    * Hevberdeka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû, anî ziman ku bi tevnên piştevaniyê yên di dema şewbê de hatine avakirin rêxistinbûyîna civakiyî ya ji bo jiyaneke nû pêkan e û got, pêşengiya vê yekê jî wekî serdema neolîtîkê divê jin bikin.    * Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû, têkildarê guherandina hilbijartin baroyan û odeyên pîşeyî de got: "Hikûmet dibe ku vê bike. Lê wê encamên wê pir giran bin."    * Endama OHD'ê Ekîn Yeter, têkildarî hewldanên ji bo guherandina hilbijartina baro û odeyn bijîşkan got, "Polîtîkaya tepisandinê ya rejîma yekdengî" û bal kişand ser têkoşîna hevpar.    * Xizmên girtiyan û parêzevanên mafên mirovan, anîn ziman ku îqtidar ne li derve ne jî li girtîgehan tevdîran nagire.    * Endama Komîsyona Jina ya ÎTO'yê Încîlay Erdogan, bal kişand ser hiyerarşiya zayendparêz a di qada xizmeta tenduristiyê de û got. "Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jin, rol û pîşeyên wekî nikaribin pêşî li karkeriya nav malê bigirin layiq tên dîtin. Ev jî şideta herî mezin e."