Li Pulumurê peyama 'Em ê cardin salên 90'î bidin jiyîn' 2020-05-10 09:00:18 DERSÎM – Parlementerê HDP’ê Alican Onlu der barê nivîsên ku li Pulumurê li quntarên çiyayan hatine nivîsîn de diyar kir ku propagandaya wê ya ku ji aliyê walitiyê hatiye kirin nîşan dide ku destpêkirina pêvajoyekê ye û got: “Ev rewş dibe cihê fikaran, peyameke cidî ye ku dibêjin ‘em ê cardin salên 90’î bidin jiyîn.'"       Li bajarên kurdan, piştî darbeya eskerî ya 1980'yî û salên 90'î cardin li quntarên çiyayên herêmê nivîsên wekî "Axirê ez tirk im", "Pêşî welat", "Ey tirko pesnê xwe bide, bixebite, bawer bike" tên nivîsandin. Ev nivîsên ku li dijî kurdan wekî argumanên şer û derûniyî dihatin nirxandin, heya sala 2005'an jî hebûn, lê belê piştî bertek û nerazîbûnan di sala 2010'an de hêdî hêdî hatibûn rakirin. Lê niha li quntarên çiyayê Pulumur a Dersimê nivîsên bi vî rengî cardin hatine nivîsandin. Eskeran dîmenên nivîsên wekî "Axirê ez tirk im" ji hewayê girtine û weşandine. Her wiha Waliyê Dersimê Tûncay Sonel jî heman wêne li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî parve kiriye.    Parlementerê HDP’ê yê Dersîmê Alîcan Onlu, bertek nîşanî vê yekê da û nivîsên navbirî nirxandin.         WATEYA NIVÎSÊ ÇI YE?   Onlu, anî ziman ku ji berê de li ser çiyayan nivîsên wisa nîjadperest û yekperestî tên nivîsandin û got: “Di salên 90’î de ev tişt hatin kirin. Niha jî dubare dikin. Wateya nivîsa 'Axirê ez tirk im' çi ye? Yanî ji xeynî tirkbûnê tu ne kêfxweş î, tu tune yî, tu yê teslîm bibî, bimirî û îteet bikî."   Onlu, gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû wê van nivîsan jê bibe bibîr xistin û got: "Dema piştî sala 2002'yan behs hatibû ser van nivîsan, wê demê Erdogan Serokê Giştî yê AKP'ê bû. Gotibû, 'Ev gotin yekperest in' ew ê hemûyan jê bibin. Ligel vê ji bo gotinên ku înkarê di xwe de dihewînin yên li ser çiya û zinaran hatibûn nivîsandin, navên kolan û kuçeyan ên bi vî rengî... Ev gotinên wî bibûn cihê hêviyê. Lê paşê me dît ku ev karaktera polîtîkaya AKP'ê ye û bi xwe re politikaya redkarî, yekperestiyê ya ji ên 90 sal berê dijwartir aniye."    POLÎTÎKAYEKE NÛ XISTINE MERÎYETÊ   Onlu, destnîşan kir ku polîtîkayeke nû ketiye meriyetê û got, talankirina goristanan, bi kargoyê şandina cenazeyana hemû girêdayî hev in. Onlu, diyar kir ku hêla wê ya herêmî jî amadekariyên xwe dike û got: "Hêla wê ya herêmî çi ye? Te dît min gotibû, êdî AKP tuneye. Hêzên îtifaqê ne. AKP, MHP û Ergenekon her yek lingekî vê ye. Bala xwe bidinê Suleymen Soylû jî ji bo bûyera Pasûra Amedê gotibû ‘hêzên tarî’ ne. Tam pêvajo ber bi başiniyê ve diçû, qanûna înfazê di meclîsê de dihat nîqaşkirin, lê li Pasûrê sivîl hatin kuştin. Kuştina wan ne belesebeb bû. Ev cara duduya ye ku li Pasûrê tiştên wisa pêk tên. Divê di kuştina sivîlan de bê lêkolînkirin ku ka çi qasî tiliya Suleyman Soylû tê de heye. Di pêvajoyeke wisa hesas de tiştekî bi vî rengî helbet dibe cihê fikaran û lêhûrbûnê. Piştî buyerê Soylû daxuyaniyek dabû û gotibû, ‘me talîmat daye waliyên xwe hemûyan, ê ku ev yek kiribe wî zevt bikin û perçeperçe bikin."    Onlu, destnîşan kir ku parvekirina Waliyê Dersimê ya nivîsên bi vî rengî sûcê şerî ye û tê wateya talîmata komkujyê û got: “Tu sifetê Waliyê Dersîmê nemaye. Li çiyayên Pulumurê nivîs nivîsandin û propaganda kirin. Bi vê re pêşî li ber pêvajoyeke nû vekirin. Ev cihê fikaran e û peyameke cidî ku bi vê re dibêjin ‘em ê cardin salên 90’î bidin jiyîn.'"   KIRINÊN WALÎ Û SOYLÛ YEK IN    Onlu, bal kişand ser pêkanînên Waliyê Dersimê û Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û got, wisa dixuyê bi awayekî koordîneyî hatine kirin.   Onlu, bilêv kir ku ziman û şêweya Walî nîşan dide ku li gor talîmatên Soylû tev geriyaye û talîmatên wî pêk aniye û got: "Ev jî nîşan dide ku ev kes bi biryarnameyê nehatiye tayinkirin. Kifş e ku MHP pir xwedî lê derdikeve. Ji xwe ji bo vî waliyî gotibûn 'Tekane kadroya me ye, em ê nehêlin kes daxilî wî bibe.' Bi vê gotinê ev ye aşkere bûbû ji xwe. Her wiha piştî ku Soylû gotibû wê îstifa bike jî lîsteya amîrên mulkî yên girêdayî wî jî belav bûbû. Ev, kontejana wî bi xwe ye. Divê ev hemû bên deşîfrekirin."