Hevserokê Herêma Firatê: Wê pergala me ji bo gelan bibe model 2020-05-10 09:00:33   KOBANÊ - Hevserokê Herêma Firatê Mehmet Şahîn, anî ziman ku Tirkiye bi êrîşan dixwaze "Qadên xwe yên dagirkirinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dorfirehtir bike" û got, ew ê jî li gor rexneyên Ocalan pergala xwe ji bo hemû gelan bikin modelek û ji bo vê bitêkoşin.    Çendî ku rojeva cîhanê şewba vîrûsa coronayê û krîza aborî be ku ji ber şewbê teng dibe, lê belê şerê li Sûriyeyê didome û girêdayî vê êrîşên Tirkiyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bênavber didomin.    Hevserokê Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mehmet Şahîn, êrîşên li ser herêmê nirxandin.    KOM TÊN REWAKIRIN    Şahîn, anî ziman ku krîza Sûriyeyê di sala 9'an de ye lê belê hê jî nehatiye çareserkirin û di vê neçarserkirinê de hem tiliya hêzên navdewletî hem jî ya hêzên herêmî heye. Şahîn, destnîşan kir ku yek ji hêlên ku vî şerî û krîzê kûrtir dike jî Tirkiye ye û got, ji roja şer dest pê kiriye heya niha ji perwerdekirina komên radîqal bigire, heya çekdarîkirin wan, şandina wan a Sûriyeyê û piştgiriya aborî Tirkiye xwedî roleke çalak e.    Şahîn, got: "Tirkiye hê jî piştgiriyê dide komên di nav lîsteya terorê de ne. Di êrîşên li ser Girê Spî û Serêkaniyê de jî hat dîtin ku piştî DAIŞ'ê hat têkşikandin Tirkiye komên radîqal li van devaran bi cih kir û dixwaze wan rewa bike. Armanceke din a Tirkiyeyê jî tunekirina temsîliyeta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku ji bo hemû gelan hatiye avakirin. Ji serî de êrîş di vê çarçoveyê de tên kirin. Bi êrîşan dixwazin li van qadan pergaleke îslamî çêbikin."    AGIRBEST TUNEYE!    Şahîn, bal kişand ser lihevkirina ji bo sînoran ku di navbera Tirkiye-Rûsya û Tirkiye-DYA'yê de hatine kirin û got: "Me dixwest bi vî awayî hincetên ku Tirkiyeyê nîşan dida ji holê rakin. Lê belê wekî dibêjin tu agirbest magirbest çênebûye. Bi navê agirbestê tiştek tuneye. Ji wê rojê heya niha êrîşên irkiyeyê û komên ku piştgiriyê dide wan didomin. Tirkiye bi van lihevkirin û îtifaqan dixwaze qadên xwe yên dagirkirinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dorfirehtir bike."    ÊRÎŞÊN LI SER KOBANÊ    Şahîn, ji bo êrîşên ku li ser Kobaniyê yên bi droneyan hatin kirin jî got, ev jî awayeke vê konseptê ne. Şahîn, têkildarî êrîşê got: "Cîhan bi tevahî li dijî vîrûsa coronayê têdikoşe, lê belê di meha Remezanê de jî êrîş didomin. Ev êrîşeke terorî ye. Dixwazin bi vî awayî civakê bitirsînin. Bi vî awayî dixwazin bêjin hê jî dev ji êrîşên xwe yên li ser herêmê bernedane. Dixwazin peyameke bi vî rengî bidin."    HEVDÎTINA BI RÛSYA RE   Şahîn, da zanîn ku têkildarî êrîşên li ser Kobaniyê hevdîtin bi Rûsyayê re çêkirine û got, hevdîtin pitşî êrîşan pêk hatiye û got, heyeta Rûs gotiye wê lêkolînê bikin û haya wan pê bixin.   Şahîn, got: "Lê heya niha tiştek nehatiye gotin. Berpirsiyarê van êrîşan hem Rûsya hem jî koalîsyon e. Bi taybetî jî hêzên Rûsyayê. Çimkî ên li vê qadê ew in û di warê eskerî û siyasî de têkiliya wan û Tirkiyeyê pev re heye."    REXNEYA OCALAN    Şahîn, destnîşan kir ku lê belê ligel hemû êrîşan jî rêxistinbûyîna wan didome û bal kişand ser hevdîtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi rêya telefonê bi malbatê re çêkiribû û rexneyên wî yên der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de.   Şahîn, anî ziman ku Ocalan gotiye pergal baş e, lê belê hê nehatiye wê asta ku ew dixwazin û got: "Rexneya 'biçûk mane, siyaseta li ser nîjda û mezhebî nameşe' rexneyeke di cî de ye. Em bi rêzgirî nêzî vê yekê dibin. Kêm zêde haya me jî ji vê yekê hebû. Ev rexneyeke di cî de ye. Em ê li gor vê tev bigerin û pergala xwe bikin modeleke ji bo hemû gelan û em ê ji bo vê bitêkoşin û xwe birêxistin bikin."    MA / Nazim Daştan