‘Polîtîkaya tepisandinê ya rejîma yekdengî ye' 2020-05-10 09:01:17   WAN - Endama OHD'ê Ekîn Yeter, têkildarî hewldanên ji bo guherandina hilbijartina baro û odeyn bijîşkan got, "Polîtîkaya tepisandinê ya rejîma yekdengî" û bal kişand ser têkoşîna hevpar.    Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Parêzer Ekîn Yeter, têkildarî helwdanên ji bo guherandina hilbijartina baro û odeyên pîşeyî de got, ji ber ku baro û odeyên pîşeyan li ber prigsirêkên civakiyî xwe li bêdengiyê danaynin, bûne hedefa polîtîkayên çewisandin û tepisandinê. Yeter, bal kişand ser têkoşîna hevpar.    Yeter, ji bo hewldana guherandina hilbijartina baroyan û odeyên pîşeyî got, "poltîkaya tepisandinê ya rejîma yekdengî ye".   Yeter, bibîr xist ku di pêvajoya vîrûsa coronayê (Covîd-19) ji bo binpêkirinan mafan, di dema qanûan îanfazê, di dema grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê û têkildarî pêşnûmaya der barê îstismarkirina zarokan de hwd. dengê xwe tim bilind kiriye û got, baro û odeyên pîşeyî perçeyek muxalefeta civakiyî ne.    Yeter, got: "Parastina mafên mirovan di serî de berpirsiyariya baroyan û bi giştî ya odeyên pîşeyî hemûyan e. Di serî de qanûna paraêzertiyê û gelek mewzûatên enteweyî û anvneteweyî vî mafê parazavnaên mafên mirovan esas digire. Îjar tişta niha ê nîqaşkirin ew e ku nehêlin baro daxilî nav meseleyên civakiyî bbibin. Qesda wan a ji hilbijartinê ev e. Lê belê dengê parêzevanên mafên mirovan, temînata azadiya parastinê û lêgerîna mafan e. Em hay ji vê yekê û berpirsiyariyê hene."    ‘EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDIN'    Yeter, ji bo vê yekê jî bal kişand ser têkoşîna hevpar û got: "Em parêzvanên mafên mirovan, rêxistinên hiqûqê em ê tim û tim li cem hevpîşeyê xwe û rêxistinên xwe yên pîşeyî bin, bitêkoşin û dengê xwe bilnd bikin."    MA / Cemîl Ûgûr