'Îqtîdar li derve û hundir tevdîrê nagire 2020-05-10 09:01:46   STENBOL - Xizmên girtiyan û parêzevanên mafên mirovan, anîn ziman ku îqtidar ne li derve ne jî li girtîgehan tevdîran nagire.    Piştî qanûna înfazê ya nû hat qebûlkirin bi hezaran girtiyên edlî hatin berdan, lê belê girtiyên siyasî daxilî nav qanûnê nehatin kirin. Rêvebirê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATÛHAY-DER) Denîz Yilmaz, anî ziman ku ji ber şewba coronayê li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin û got, ji be rtevdîr nayên girtin dibe ku şewb li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Tekîrdagê, Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Bandirmayê û Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Kandirayê belav bibe.    JIYANA WAN DI TALÛKÊ DE YE    Yilmaz, anî ziman ku li gelek girtîgehan tevdîr nehatine girtin, paqijî nayê kirin û got, loma li hin girtîgehan girtî bi şewbê ketine. Yilmaz, destnîşan kir ku girtî bi mirinê re rû bi rû mane û got: "Bi awayekî giştî, hema bêje li girtîgehan dezenfekte nayê kirin. Li gelek deveran maske, lepik û amûrên din ên paqijiyê an nayên dayîn an jî bi awayekîs înorkirî tên dayîn. Mesela qolanya nayê dayîn. Tenê di qedexekêde hinek sabûna avî û ava dermanan tê dayîn. Her wiha liq awîşên 7 kesî 20 kes dimînin. Li girtîgehên tîpa L ku divê 10 kes bimînin, 30 kes dimîni. Ji ber vê şik û gumanên me hene. Ev yek jiyana girtiyan dixe talûkeyê."    Her wiha Yilmaz, anî ziman ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Tekîrdagê girtiyên nexweş jî nayên tedawîkirin. Yilmaz, diyar kir ku girtiyekî hatiye berdan ji wan re gotiye: "Li girtîgehê rezak Çîçekê ku nexweşînên  wî yên kronîk hene, ji ber ku nexweşîna wî dijwar bûye her derî belawela dike. Gava girtî mudaxileyî wî dikin zirarêd ide wan jî. Girtiyan ev yek ji gardiyanan re got û xwestin Çîçek bê tedawîkirin û dermanên wî bên dayîn. Lê belê gardiyanan ev yek red kir û gotin 'Kengî yek ji we mirin an jî li ber mirinê be em ê wê çaxê mudaxile bikin.'"    Yilmaz, da zanîn ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Bandirma û Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Kandirayê jî heman tişt hene û got, li her du girtîgehan jî pirsgirêka xwarinê heye. Yilmaz, diyar kir ku piştî bi qanûna înfazê re girtiyên edlî hatine berdan xwarina konserveyî didin girtiyan û got, ji ber vê muqawemeta laşê girtiyan pir qels bûye.    Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Jatîce Onaran jî destnîşan kir ku li dijî şewbê îqtidar hem li derve he jî li girtîgehan tevdîr negirtine. Onaran, bilêv kir ku li girtîgehan binpêkirina mafan pir zêde bûye û got: "Çi li derve çi jî li hundir tenduristiya mirovan ne xema îqtidarê ye. Tu sax î an mirî yî ne xema wan e. Ên nêzî xwe û yên ne nêzî xwe senifandiye. Ên li dijî xwe nabîne. Ji bo vê jî mînaka herî baş girtîgeh in."    PÊKANÎNÊN NÎJADPEREST    Onaran, anî ziman ku li girtîgehan li dijî girtiyên kurd pêkanînên nîjadperest hen û got: "Nêzîkatiyên wekî 'ma tu ne kurd î, bicehime?' hene. Parastina mafê jiyanê, şert û merc çi dibe bila bibe mafekî bingehîn e. Çi dibe bila bide dewlet mecbûr e vî mafî biparêze. Lê belê wekît ê zanîn daneyên der barê girtîgehan de parvekirin, lê negotin kîjan girtîgeh in. Ji ber vê şik û guman li me çêbûne. Her wiha sedema qedexekirina hevdîtinên malbat  parêzeran jî ji ber vê ye ku ser binpêkirinên mafan bigirin."