'Em ê mafê xwe berxwedanê bi kar bînin' 2020-05-10 09:16:29   AMED – Sekreterê Lîjneya Koordînasyona Bajar ê Şaxa Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Amedê Dogan Hatûn, diyar kir ku AKP hewl dide rêxistinên ked û pîşeyî  bê bandor bike û TMMOB’ê li pêşiya pêşkêşkirina dewlemendiyên welat ji bo sermayedaran asteng dibîne.    Sekreterê Lîjneya Koordînasyona Bajar ê Şaxa Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Amedê Dogan Hatûn, daxuyaniya Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan a derbarê odeyên pîşesaziyê ku TMMOB jî di nav wan de nirxand.    DIXWAZE DENGÊ RÊXISTINÊN CIVAKÎ QUT BIKE   Hatûn, bi bîr xist ku rola kontrolkirin û rast agahdarkirina raya gitşî ya odeyên pîşesazî ji bo neheqiyên dewletê heye û wiha got: “AKP ji bo ku ji pêvajoya pandemiyê sûd werbigire di nav hewldanên bêhiqûqî de ye. Ji bo vê yekê dixwaze dengê rêxistinên civakî yên girseyî qut bike û êrîşên polîtîk pêk tîne. AKP’ê ji bo sendîkayan sendîkayên alternatif çêkiriye lê ji ber ku ji bo odeyên pîşesazî alternatîf çênekiriye, dixwaze rast e rast mudaxaleyî pergala hilbijartinên odeyan bike û ji nû ve wan dîzayn bike.”   HEWLDANA XESTPKIRINA MAFÊN QANÛNÎ   Di berdewamê de Hatûn, destnîşan kir ku Desthilata AKP’ê TMMOB’ê li pêşiya pêşkêşkirina dewlemendiyên welat ji bo sermayedaran asteng dibîne û ev tişt anî ziman: “Em bi dozên ku vedikin û raporên ku diweşînin li dijî bernameyên liberal ên hilweşîner ên AKP’ê têdikoşin. Hemû saziyên xwedî wijdan bi awayekî xwezayî dijberî AKP-MHP’ê ne. AKP-MHP bi awayekî zanebûn hewl didin berdevkiya civaka sivîl tune bikin. Vê yekê jî bi ser neyartiya xwe ya li dijî siyaseta civakî û demokratîk dikin. Tişta ku te xwestin bê kirin xespkirina mafên qanûnî yên vîna civakê ku hatine bidestixistine. Em ê mafê xwe ye berxwedanê bi kar bînin û serî netewînin.”   MA / Lezgîn Akdenîz