Gunay: Ez wekî misilmanekî ji ber van êrîşan şerm dikim 2020-05-10 10:02:10 STENBOL - Endamê DÎAYDER'ê Bedrettîn Gunay, diyar kir ku wekî misilmanekî ji ber van êrîşên li dijî goristan û cenazeyan şerm dike û got: "Îqtîdara ku hurmet nîşani tenduristiya mirovan nede hurmetê nîşanî cenazeyan jî nade."   Li Tirkiye êrîş û tundiyali ser cenazeyan didome. Di sala 2015'an de li dijî cenazeya endama YJA-STAR'ê Kader Kevser Elturk (Ekin Wan) tazî kirin û avêtin kolanê. Li Şirnexê cenazeyê Hacı Lokman Birlîk li pey maşîna zirxî girêdan û li erdê kaş kirin. Li Navçeya Sîlopî cenazeyê dayika Taybet İnan 7 rojan li kolanê hiştin. Destûr nedan cenazeyê Cemile Çagiga bê defin kirin. Êrîşî cenazeyê dayika Aysel Tugluk Hatun Tugluk kirin û nehiştin defin bikin. Cenazeyê Agît Îpek bi PTT'ê ji malbatê re şandin. 279 cenaze ji Goristana Xerzanê derxistin û revandin Stenbolê. Herî dawî êrîşî cenazeyê Endamê Grup Yorum Îbrahim Gokçek kirin û nehiştin defin bikin.    Têkildarî êrîşên li dijî cenazeyan Endamê komeleya Oldaran (DÎAYDER) Bedrettin Gunay, bertekên xwe anîn ziman û got: "Li Tirkiyeyê mafê mirovan û azadiya mirovan bûye mijara niqaşê. Hemû mafên mirovan û mafê parazvanên mirovan tê binpêkirin. Îqtîdar û yên xwedî feraseta wê ku hurmetê nîşanî tenduristiya mirovan nade, hurmetê nîşanî cenazeyên mirovan jî nade. Ez wekî misilmanekî bi vê rewşê şerm dikim. Li ser navê îslamê ji vê rewşê şerm dikim. Ev pêkanîn divê bên lêpirsîn û hesab ji wan bê pirsîn. Ev rewş rastiya rejîma yek mirovî ye."    EV HIQÛQA DIJMINANTIYÊ YE   Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratik (DAD) Musa Kulu jî anî ziman ku ev hiquqa dijminantiyê ye û wiha got: "Êrîşa li dijî Îbrahim Gokçek û cemxaneyê êrîşa li dijî bawerî û nirxên baweriya me ye. Ev bê hurmetî ye. Tenê dê merasimek li dar bixistana. Lê destûr naden merasimê jî. Tehamulî merasiman jî nakin. Polîsan û maşîneyên zirxî bi gazê êrîşî cemxaneyê kirin. Cam û derî şikandin. Ev dilê mirovan diêşîne. Ev kijan wîcdan û ruh qebkûl dike. Aliyê wê yê mirovî û civakî nayê tarîfkirin. Ev mirov û civak dê çawa bi vî rengî bi hevre bijî. Garantiya kesên ku wekî wan nefikirin û wekî wan nejîn li vî welatî tune ye.  Em li welatê ku êrîşî cenazeyan û cemxaneyan dikin û cenazeyan bi PTT'ê dişînin dijîn. Ev ne wîcdan û ne jî aqil qebûl dike. Eberî her tiştî êrîşa li dijî mabedeyê zilm bi xwe ye. Bê hurmetiya li dijî cenaze ye. Ev hiqûqa dijminantiyê ye. Wekî din tarîfeya wê tune ye."