Malbata zarokê ku polisan bi çekan berî ser pişta wî da axivî 2020-05-10 10:11:30 MÊRDÎN – Dayik û bavê zarokê bi navê B.E. ku li Nisêbînê polisan guleyan teqand û berî ser pişta wî da axivîn. Dayik û bav diyar kirin ku zarokê wan piştî bûyerê bi 3 rojan hê bi ser hişê xwe ve hatiye.      Duh êvare bi dîmenan derketibû holê ku li malên TOKÎ’yê yên li taxa Firatê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, polisan bi guleyan berî ser pişta zarokên ku li ber derê mala xwe leyîstine dane û zarokê 8 salî B.E. birine ber maşîneya zirxî û ew derp kirine. Ji ber ku dîmen di raya giştî de bûn sedema bertekên zêde Qaymeqamiya Navçeyê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Qamymeqaiyê, angaşt kir ku bûyer ji ber ku komek ber avêtiya polisan roja 25’ê nîsanê pêk hatiye û polis ji peywirê hatiye dûrxistin û derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    BAV: HETA 3 ROJAN BI SER HIŞÊ XWE VE NEHAT   Dayik û bavên zarok B.E. ku ji aliyê polisan ve hatibû derbkirin, serboriya xwe ya roja bûyerê vegotin.    Bavê Mehmet E. Angaşta Qaymeqamiyê ya “avêtina ber” red kir û da zanîn ku kurê wî roja bûyer ji bo bilîze derketiye baxçe û wiha got: “Li ser bertek nîşandana cîranan kurê min berdan. Dema kurê min ji bo polisan hat ruh lê nemabû. Ziravê wî qetiyabû. Derûniya wî xera bûbû û heta 3 rojan bi ser hişê xwe ve nehat. Dema ku kurê xwe di rewşê de dît em jî gelek tirsiyan. Ji bo ku derbarê polisan de tişta pêwîst bê kirin çi ji destê me bê em ê bikin.” Dayika Vecîhe E. jî da zanîn ku dema nimej kiriye dengê çekan ji derve hatiyê û di demek kurt de kurê wê hatiye malê û ev tişt got: “Dema kurê min hat malê xwîn li canê wî nemabû û bi zorê bêhn digirt. Dema min ew di wê rewşê de dît ez gelek tirsiyam. Kurê min dema ku li baxçe dilîst wiha bû. Ev karê mirovahiyê ye.”    MA / Omer Akin