Eskeran li Hezexê gor perçe perçe kirin 2020-05-10 10:37:41   ŞIRNEX - Eskeran li gundê Hespistê yê Navçeya Hezexê 6 gorên endamên PKK'ê perçe perçe kirin.        Êrîşên eskeran ên li dijî gorên zarokên kurdan berdewam dikin. Eskeran piştî li Wan, Mûş, Amed û Colemergê gorên zarokên Kurdan şikandin, niha jî li Şirnexê gorên zarokên kurdan şikandin. Eskeran li gundê Hespistê yê Navçeya Hezexê 6 gorên endamên PKK'ê bi balyozan perçe perçe kirin. Hat hînbûn ku esker di 4'ê nîsanê de bi maşîneyên zirxî hatin Gundê Hespistê û bi balyozan gorên endamên PKK'ê perçe perçe kirine. Şêniyên gund diyar kirin ku eskeran di sala 2016'an de jî êrîşî goran kiribûn û gorên zarokên wan şikandibûn.