Kesên astengdar du qat îzolasyonê dijîn 2020-05-10 10:52:38   ENQERE – HDP’ê têkildarî Hefteya Astengdaran, diyar kir ku AKP kesên astengdar neçarî jiyana bi “alîkariya civakî” dike û ev tişt got: “AKP’ê kesên astengdar ku di koma yekemîn a xeternak de ne wan di halê wan de hiştiye.”   Komîsyona Astengdaran a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî 10-16’ê Gulanê Hefteya Astengdaran daxuyaniyeke nivîskî da. Komîsyonê, di daxuyaniyê de destnîşan kir ku di jiyana kesên astengdar de başkirineke ber bi çav nehatiye kirin û wiha got: “Her çiqas AKP bixwaza nîşan bide ku pirsgirêkên astengdaran hel kiriye jî rastî ji vê yekê dûr ne.”   NEÇARÎ JIYAN BI “ALÎKARIYA CIVAKΔ KIRIYE   Komîsyonê da zanîn ku AKP’ê bi milyonan astengdaran neçarî jiyana bi “alîkariya civakî” kiriye û ev tişt got: “Desthşilata AKP’ê ki pêvajoya pandemiyê de jî vê polîtîkaya xwe didomîne, welatiyên astengdar ku di koma yekemîn a xeternak de ne wan di halê wan de hiştiye. Kesên astengdar ku piraniya jiyana xwe bi awekî îzolekirî didomînin, di pêvajoya pandemiyê de îzolasyona li ser wan 2 qat zêdetir bûye.”   ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN   Di berdewama daxuyaniya xwe de Komîsyonê, de bal kişand ser çareserkirina pirsgirêkên astengdaran û têkildarî mijarê ev pêşniyarkirin: “Pirsgirêka perwerdeyê ya astengdaran bi pêkanîna modela di nav civakê de dikare bê çareserkirin. Pirsgirêka wan a xebatê dikare bê kota bê çareserkirin. Pirsgirêka wan a çûnehatê dikare bi rakirina astengiyên fizîkî û qanûnî bê çareserkirin. Her wiha divê ji hemû amûrên fizîkî û elektronîk bê pere sûd werbigirin. Divê neyê jibîrkirin ku çareserkirina pirsgirêkên welatiyên astengdar pirsgirêka demokrasiyê ye. Divê welatiyên astengdar jî weke hemû bindest di nav têkoşîna demokrasiyê de cih bigirin.”