Dayika Gulistan Dokû: Keça xwe dixwazim 2020-05-10 11:44:40   DERSIM –Dayika Gulistan Dokû 126 roj in agahî jê nayê wergirtin Bedriye Dokû, diyar kir ku keça wê salek di Roja Dayikan de jê re xelat kiriye û wiha got: “Bila dewlet wê bendavê vala bike, ez keça xwe dixwazim.”   Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû, di 5’ê çileyê de li Dersimê winda bû û 126 roj in agahî jê nayê wergirtin. Dayika Dokû Bedriye Dokû, têkildarî Roja Dayikan li ser hesabê medya civakî yê keça xwe peyameke weşand. Dayika Dokû, diyar kir ku cara yekemîn bê keça Roja Dayikan pêşwazî dike û wiha got: “Îro Roja Dayikan e. Ez bi şev û rov digirîm. Dewlet got, ‘keça te di bendavê de ye’. Bila wê bendavê vala bikin. Ez ê cenazeyê keça xwe bibinim. Keça min sala borî ji min re xelat kirîbû. Bila dewlet wê bendavê vala bike ez keça xwe dixwazim. 4 meh derbasbû, ket meha 5’an.”